Cîhan

Muzîkjenê kurd ê cihû Nîsan Sûrçî koça dawî kir

Muzîkjenê Kurd Mam Nîsan Emran Sûrçî (1922) duhî, roja duşemê 4ê hezîrana 2012ê li Îsraîlê koça dawîn kiriye.
 
Hunermend Beşîr Sebrî Botanî li ser rûpela xwe ya Facebookê ragihandiye ku Muzîkjenê Kurdê cihû Mam Nîsan Emran Sûrçî roja duşemê 4ê hezîrana 2012ê li gundê Aichpol bajarê Berheva li Îsraîlê koça dawîn kiriye.
 
Nîsan Sûrçî jidayîkbûyê gundê Hîza bajaroka Bicîl ya devera Behdînan e, ew kurd; Emran Sûrî ye û bavê wî muxtarê gundê hîza bû.
 
Mam Nîsan di dema xwe de li Behdînan û Soran bilûrjen, dûzeljen, zurnejenkî hêja bû û yek ji wan bû ku muzîka kurdî belav kirine.
 
Sala 1951ê binemala Nîsan jî ligel piraniya kurdên cihû ji aliyê rejîma Baas ve ji Iraqê bo Îsraîl hatin derkirin
 
Mam Nîsan Sûrçî di dîdareke xwe de berî çend salan gotibû, “Rast e ku em di sala 1951ê de ji Kurdistanê bi yekcarî hatine dabirrîn, lê kes nikare ew Kurdistana rengîn, ew Kurdistana xweşewîst, ew Kurdistana Dîcle û Ferat û  ew Kurdistana evînê ji dilê me derxîne.”
 
Mam Nîsanê Sûrçî bi xwarin û vexwarinên kurdî, bi cil û bergên kurdî, stran û amûrên (instrument) kurdî, beşek bingehîn a jiyana kurdên Îsraîlê bû.
 
Mam Nîsan derbarê zimanê kurdî de jî dibêje, “Sebra min bê zimanê kurdî nahê.”
 
Hozan Robar/(Mîdyanews)

Back to top button