Nivîsar

Ev şerê kiye?

Gelek caran dibê mijar a gotubêjê ku, cihê BDP-ê yan jî KCD di çareseriya pirsa kurd de li Tirkiye çîye? Di rastiya xwe de dema mirov guh dide daxuyaniyên berpirsên BDP-ê û berpirsên KCD piraniya caran tiştên cuda heta gotinên dijê hev û din dibêjin.

Herkes dizanê ku ev herdu rêxistin jî yekin û ne ji hev cudane herweha nawendekî ve girêdayîne.  Ji berî çend rojan hevseroka KCD Aysel Tugluk daxuyaniyekî de ragihand ku, heta Ocalan neyê azad kirin PKK ji dev çek bernade û ji çîya nayê xwar.

Ji aliyek din serokê BDP-ê Selahatin Demirtaş jî hevpeyvînek ya xwe li gel televizyonê got: Eger ji me bê xwestin em dikarin ji bo çekberdanê, bi PKKê re biaxivin.

Herweha Demirtaş berdewamiya axvtina xwe de dibêje: Bêdengkirina çekan ji hemî babetî girîngtir e. Ev yek çikas dirêj bibe ewkas sivîl û leşker têne kuştin. Ji berî her tiştekî divê ev prosesa şer bê sekinandin.

Demirtaş pêvajoya sekinandina şer wek pêwîstiyekî dibîne lê  di vê derbarê de ew bi xwe ne xwedî biryarekiye. Ji hemiyê girîngtir Demirtaş xwe wek muxatabê vê pirsê nabîne. Lê dibêje: Demaku me li gel hukumetê hevdîtin kirin, me daxwaz kir ku em di vê pêvajoyê de cih bigrin. Hukumetê hinek tişt ji me xwestin. Lê ne ew tişt bûn ku em bikaribin bi cih bînin. Me ji hukumetê re got em dikarin van daxwaziyan bighînin rêxistinê le wan qebûl nekir. Ger pêwistbe emê herin Îmraliyê emê herin Qendîlê.

BDP û KCD xwe ji çareserkirina pirsa kurd de wek muxatab nabîne. Ew vekirî berê hukumetê didin Îmralî û Qendîl. Başe eger BDP ne muxatabe ev daxuyaniyên tên dayîn ji bo çine? Heta kijan  redeyê bandora xwe li pêvajoyê bi awayek erênî dike? Ev nayê zanîn.

Lê eger BDP bawer dike ku şer ne çareseriye û ev şer di xizmeta kesên şerxwaz û dezgehên tarî de ye divê vekirî vê yekê bîne ziman. Madem kî ev şer di vê prosesê de ji zererê pêde tu feydeyê nadê çareseriya pirsa kurd, divê navek din liv î şerî bête kirin.

Gelek vekirî ev şer di berjewendiya dezgehên tarî û berjewendiya wan kes û aliyên ku li ser xwînê siyasetê dikin de ye. Sekinandina şer hemû plan û leyiztikên tarî yê devleta kûr û leşkaran têk dibe. Ji bo vê sekinadina şer karneanîna çekan di berjewendiya tevgera kurd a azadixwaz deye. Vê ca berjewendiya tevgera azadîxwaz a kurd û dîtinên hinek rêxistin û aliyan bi hevre nagunce, ev jî pirsek din e.

BDP di parlementoyê de ye, divê li kesayeta xwe ya siyasî xwedî derkeve û bikaribe ji bo bêdengkirina çekan însiyatifekî nîşan bide. Eger ev neyê kirin dê her roj beyanên cur bi cur dijê hevûdin bidin û berê xelkê bidin Îmralî û Qendîlê.

Gelek kes bawer dikin ku hukumet dikare di vê pêvajoyê de çareseriyekî pêyda bike. Ev raste jî. Ji ber ku daxwaziya PKK û hemû rêxistinên pê ve girêdayî xweseriya demokratik û azad kirina Ocalan e.

Tiştek ku dewlet nikaribe bike yan jî ji bo dewletê xeta sor be di projeya xweseriya demokratik  de tuneye. Ji ber vê yekê hukumet bixwaze dikare vê projeyê bi hesanî qebûl bike. Lê ev proje pirsa kurd çareser dike? Vêca ev pirsek dine. Ji xwe îro tu bernameyek ji bo çareserkirina pirsa kurd li gora daxwaziyên netewî  li holê tuneye.

Şer bisekine rewşa awarte normalîze bibe, hişê civatê bê serî û hedî kesek ne di bin siha tifekê de siyasetê bike û bîr û baweriyê xwe bêje, hingê civat bi xwe rêya xwe dibîne. Lê ew kesên jiyana xwe ya siyasî heyîna şer de dibînin tu caran naxwazin şer xilas bibe.
Pêvajoya siyasî ispat kiriye ku bi vî şerî pirsa kurd nayê çareserkirin. Başe ev şerê çîye?

6.06.2012
Dara Bilek

Back to top button