Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî diyarî li ser zarokan dabeş kir

Ji bo roja cîhanî ya zarokan, wekî nerîtekî berdewam û salane li xizmetgihandina zarokan û hevkarîkirina wan li çendîn waran de û dabînkirina pêdiviyên wan yê xwendinê û yarmetîdana bêserpereşt û kêmderametan, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî îsal û li cejna cîhanî ya zarokan da, hevkarî û yarmetiyê li ser zarokên kêmderamet û bêserpereştê sînorê parêzgeha Silêmanî dabeş kir ku her yek ji zarokên bajaroka Baziyan, Tekiye, Teynal, Bayincan û Gopalay li xwe girtibû.
Li vî derbarî de Musa Ehmed Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ragihand: Wekî erkekî herdemiya dezgeha me, hemû salek û li roja cejna cîhanî ya zarokan da, serdana zarokên deverên cûda cûdayên Kurdistanê dike û diyarî û pêwîstiyan li ser wan da dabeş dikîn. Her wiha ragihand: Ji bo îsal jî me pêwîst zanî bazina hevkariyên xwe ya ji bo zarokên bêserpereşt û kêmderamet berfirehtir bikîn û serdana zarokên deverên li sînorê parêzgeha Silêmanî bikîn û hevkariyê li ser wan da dabeş bikîn.
Hêjayî gotinêye, ev hevkarî û yarmetîdan jî bûye cihê dilxweşî û xweşhaliya zarokên wan navçeyan û ji bo gihandina van hevkariyên berdewam serdana van navçeyan û pirkirina valahiyeke jiyana wan li rêya yarmetiyên berdewam ve spasî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir.