
Serfermandarê Giştî yê Îsraîl Benny Gantz li parlementoya Îsraîl Knessetê axifî. Gantz îfade kir ku, hêzên artêşa wî, karin li reaktorên nukleer yên Îranê bixin û ew hêza wan heye û ji bo vê amadene jî. Gantz got, em amadene lê dîsa jî yê ku karibe Îranê ji bernameyên nukleer vegerîne gelê Îranê ye.
Çapemeniya Îranê jî, nerehetiya xwe a ji ber daxuyaniyên wisa venaşêrin û dibêjin pêvajo ji bo îfadeyên bi vî awayî ne guncaw in.
Di muzakereyên bi Îranê re yên di mijara nukleerî de encam nehatibû girtin. Tê payîn ku li Moskovayê muzakereyên nû destpê bikin.