NB: Du deriyên din li ser sînorê Kurdistanê û Tirkiyeyê tên vekirin

Nêçîrvan Barzanî:
– Trikiye dixwaze têkeliyên xwe digel herêma Kurdistanê berfirehtir bike
– Du deriyên din li ser sînorê herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê tên vekirin
– Hikûmeta herêma Kurdistanê her sal bi buhayê 5 milyon dolaran kareb û mazotê ji bo Kerkûk û deverên din yên nakokdar dabîn dike
– Di çarçoveyê bernameyê Geşepêdana Şiyanan de, pêwîste her xwendekarek di wî warî de bixwîne yê ku herêma Kurdistanê pêwîstî pê heye.
– Êdî dem hatiye qanûn û îdareya hikûmetê bi awayekî bên guhertin ku digel serdam îro bigunc in.
Îro roja çarşemiyê (06.06.2012), civata wezîrên hikûmeta Kurdistanê di bin serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmetê û bi amadebûna Îmad Ehmed cîgirê serokê hikûmetê, civîn xwe ya şeşem saz kir.
Di destpêka civînê de, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê bi kurtî, ji beşdarên civînê re, behsa beşdarîkirina şandeya herêma Kurdistanê di Foruma Aborî ya Cîhanî de li Stenbolê kir û got: “Cara yekem bû herêma Kurdistanê bi awayekî fermî weke hikûmeta herêma Kurdistanê ji bo beşdarîkirin di Foruma Aborîya Cîhanî de tê vexwendin.”
Serokwezîrê Kurdistanê di berdewamiya axavtina xwe de got ku, Tirkye dixwaze têkeliyên xwe bi herêma Kurdistanê re berfirehtir bike. Barzanî behsa hevdîtina xwe a digel serokwezîrê Tirkiyyeê kir û got ku di wê hevdîtinê de pirsa parastian ser sînoran, hinartina neftê bo derve, rafînerîkirina neftê li rafîneriyên Tirkiyeyê û anîna berhem û paşmayên neftê bo herêma Kurdistanê hatin minaqeşekirin:
– Biryar hate dan du deriyên sînorî li se sînorê herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê bên vekirin û ji bo cîbicîkirina vê biryarê, heftiya bê aliyên peuwendîdarên hikûmeta Kurdistanê û hikûmeta Tirkiyeyê dê bicivin.
Serokê hikûmetê di civînê de behsa rewşa karebê kir û got:
– Hikûmeta herêma Kurdistan, ji budceya xwe, salane bi buhayê 5milyon dolar karb û mazotê ji bo Kerkûk û deverên din yên veqetandî dabîn dike. Biryar bû hikûmeta Îraqê vî perey ji pereyê Partodolar bide hikûmeta Kurdistanê, lê heta nuha hikûmeta Îraqê ew pere nedaye me.
Bernameyê Geşepêdana Şiyanan mijareke din a civîna civata wezîrê hikûmeta herêma Kurdistanê bû û serokê hikûmetê biryar da ku budceya bernameyê Geşepêdana Şiyanan bikeve ser wezareta xandina bala û lêkolînên zanistî:
– Nabe ew budceye ser bi serokatiya civata wezîran be. Pêwîste wezareta xandina bala bixwe wergirtina xwendekaran li zanîngehên derve rêkbixe. Divê pêdawîstiyên herêma Kurdistanê li ber çavan bên girtin, her xwendekarek di wî warî de bixwîne yê ku herêma Kurdistanê pêwîstî pê heye. Nabe her xwendekarek bi heza xwe razîbûna zanîngeheke derve ji xwe re bîne û hikûmet jî wî/wê xwendekarî/ê li ser bernameyê Geşepêdana Şiyanan werbigire.
Her du wezaretên xandina bilind û wezareta pilandananê hatin erikdarkirin ku li gor pêdawîstiyên herêma Kurdistanê xwndin û pisporîyan destnîşan bikin û li ser wî esasî û di çarçoveyê bernameyê Geşepêdana Şiyanan de xwendekar bên qebûlkirin.
Yasayên karê wezaretan û awayê îdareya hikûmetê bên reorganîzekirin û desthilatên îdarî ji serokatiya hikûmetê bo wîlayetan şor bibin mijareke din a civînê bû. Di vî warî de serokê hikûmeta Kurdistanê got:
– Dema pêdaçûnê hatiye, divê hemû yasa û awayê îdareya hikûmetê digel serdema îro bigunc in. Êdî wext hatiye awayê îdareya hikûmetê ji nûve rêkbixîn.
Ji bo vê armancê biryar hate dan ku du komîte ji bo pêdaçûna yasa û awayî îdareya hikûmetê bên pêkanîn. Her di vî çarçoveyî de biryar hate dan ku qanûna wîlayetan bê serast kirin û ji bo pesndikirinê ji parlamentoya Kurdistanê re bê şandin. Desthilatên zêdetr ji wîlayetan re bêdayîn, bi awayekî desthilatên zedetir ji wîlayetan re bin û kêtirîn desthilat jî bo wezaretan û civata wezîran bin.
Dana sindoqekê bo wan qerzên ji pirojeyên akincîkirinê vedigerin û careke din ew pereye bi avakirina xaniyan bo malbatên kêderamt bê bikaranîn. Hevahengî di navbera wezareta navxwe û wezareta avadankirin ji bona çavdêrîkirin û kontrolkirina rêyan, hewildan bu cutsayîdkirina hemû rêyên serke di navbera bajaran de çend biryarên din bûn ku di civîna îro a hikûemta herêma Kurdistanê de hatin dan.