Kiliçdaroglu: Were em bi hev re herine Roboskiyê

Îro li Enqerê, li Navenda AKPê, hevdîtina ku bi meraq dihat şopandin pêk hat, Erdogan û Kiliçdaroglu hatine cem hev. Serokê giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu çû navenda giştî a AKPê û bi serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re hevdîtin lidarxist. Di hevdîtinê de, parlementerên CHPê Sezgîn Tanrikulu û Faruk Logoglu jî cih girtin. Heta daxuyaniyên niha ku ji çapemeniyê re hatine kirin, hevdîtin bi erênî derbas bûye.
Li ser navê CHPê parlementer Faruk Logoglu derket pêşberî rojnamevanan û diyar kir ku, tenê mijara “teror”ê niqaş kirine. Logoglu, di derbarê naveroka hevdîtinê de gotina herî bal kişandî wiha anîye ziman; Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, ji Erdogan re teklîfa “were em bi hev re herine ziyareta Roboskiyê” kiriye. Dîsa logoglu îfade kir ku hevdîtin baş derbas bûye û ger pêşketin derkevin wê bi partiyên din re jî heta bi serokomar re jî ew ê werine cem hev.
Li ser navê AKPê jî Omer Çelik peyivî. Omer Çelik eşkere kir ku Erdogan ji derbarê pêşniyara Kiliçdaroglu a “em bi hev re herine Roboskiyê” de ne gotiye erê ne jî gotiye na. Çelik anî ziman ku, dûra Erdogan bixwe wê naveroka hevdîtinê bi raya giştî re parve bike.
Di vê navberê de hêjayê gotinê ye ku, MHPê bi zimanekî tûnd ev pêvajoya destpêkirî rexne kir.