Polîtîk

Rewşa vê keçê, wekî çîroka Keçika Kîbrîtfroşe

Ev keçika 9-10 salî ku penaberê Suriyê ye û keçeke ji şerê Suriye reviyaye çûye Tirkiye û li bajarê Stenbolê jî ji ber hewaya sar bi ekzozê otobusê destên xwe germ dike.

Ev wêneya ku li ser facebookê hatiye belavkirin, li Tarlabaşi ya Taksîma bajarê Stenbolê hatiye kişandin, dema seyare ji ber qelebalixiya hatin û çûnê radiwestin, keçika biçûk ji ber sermayê li paşila otobusê rawestiya û destên xwe dirêjî ekzoza otobusê kir û xwest destên xwe germ bike.

Piştî ku otobus birêket keçika Surî dîsa xwe berda nava kolan kuçeyên Tarlabaşi ya Stenbolê û li ber çavan wendabû.

Ev wêne nîşana eweye ku penaberên Suriyê ku xwe spartine Tirkiyê li çi halekî xerab dane, her wiha ji ber wê rewşa xerab ya penaberan jî, hemû rojê bi sedan û hezaran Kurdên Rojava jî, ji Tirkiyê berev Başûrê Kurdistanê ve tên û li wargehên Kurdistanê de nîştecîh dibin.

Wekî tê zanîn jî li çîroka Keçika Kîbrîtfroş de keçikeke biçûk ku ji ber neçariyê li zivistana sersalê de dixwest kîbrîtan bifroşe li kolaneke Ewrupa de xwe bi kîbrîtan germ dike û lê mixabin li ber çavê mirovan de li ser kolanê ji serma diqerise û jiyana xwe ji dest dide.
  
Back to top button