Polîtîk

Barzanî: Hemû şehîdên Kurdistanê kur û kesukarên minin

Îro pênçşem 27/11/2014 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi mebesta bi serkirina hêzên Pêşmerge û agahdarbûna ji rewşa meydanî û pêdiviyên hêzên Pêşmerge li bereyên rûbirûbûna terorîstan, serdana mîhwera Rojavayê Kerkûkê kir û li gel serpereştiyar û fermandeyên Pêşmerge yên li wê mîhwerê civiya.

Li kombûnê da bi amadebûna her yek ji rêzdar Mistefa Seyîd Qadir Wezîrê Pêşmerge, Ferîq Şêrwan Ebdulrehman, Ferîq Cebar Yawer Endamên Fermandeya Giştî ya Hêzên Parastina Herêma Kurdistanê û Dr Kemal Kerkûkî Serpereştiyarê Mîhwera 5 (pênç) yê Rojavayê Kerkûkê û Westa Resûl Serpereştiyarê Mîhwera 4 (Çar) yê Rojavayê Kerkûk û Fermandeyên Hêzên Pêşmerge yên li wê sînorê birêveçû. Serok Barzanî li gotarek da spasî qehremanêtiya Pêşmerge yên li wê Mîhwerê kir û destxweşiyê li Pêşmerge û Fermandeyan kir ji bo wê serkeftina mezina roja çarşemê 26/11/2014 li her dû bereyên Tellelwerd û Mekteb Xalîd bi destanîn û karîn êrîşa terorîstan têkbişkînin û rê li pêşrewiya wan bigrin. Her wiha silav û rêzên xwe ji bo wan şehîdên qehremanan şand ku bi navê gel û welatê xwe li şerê dijî terorîstên Da’îşê da canên xwe gorî kirine û ragihand: Hemû şehîdên Kurdistanê kur û kesukarê minin û xwe bi hevbeşa xemê hemû malbatên wan dizanim‌.

Her li gotarek da Serok Barzanî behsa ewe jî kir, ku niha hêzên Pêşmerge karîne terorîstan têkbişkînin û bikevin helwesta êrîşbirinê û zebirê kuşinde li terorîstên Da’îş biweşînin, ji bo wê yekê niha terorîst li leza mirin û ji navçûnê ne û serkeftina mezinên hêzên Pêşmerge li çend rojên derbasbûyî de li mîhwerên Qeretepe û Celewla û Bendava Musil û Xeraberût nîşana wêrekiya polayîniya Pêşmergene û selmênerê wê rastiyene ku tu hêzek nikarê li beranber îradeya azadîxwaziya gelê me da xwe rabigre.

Serok Barzanî tekez jî kir her serkeftinek ku hêzên Pêşmerge li bereyên şer li gel terorîstan da tomar dike cihê şanaziya hemû take kesekî Kurde û neku her gelê me belku hemû azadîxwazên dinya behsa rola azayetî û serkeftinên Pêşmerge dikin û niha navê Pêşmerge li asta cîhanê da diçûrise û geş dibe. 

Her li vê civînê da berpirsên bilindên Pêşmerge û fermandeyên meydanê, Serok Barzanî ji rewşa meydanî û pêdiviyên hêzên Pêşmerge li wê mîhwerê agahdar kirin û Serok Barzan jî rênimayî û şîretên pêwîstî xisterû.

 

 

Back to top button