Polîtîk

Komara Çek jî li Kurdistanê Konsolxaneya xwe vedike

Êvariya îro pênçşem 27.11.2014 li bajarê Hewlêrê birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Lûbomîr Zawralîk Wezîrê Derveyê Komara Çek û şandekî li gel kir ku ji Tumas Koçta Cîgirê Wezîrê Bergirî û Aleksander Langer Balyozê Komara Çek li Iraq û hejmarek berpirs û şêwirmendên Hikûmeta Çek pêkhatibû.

Li hevdîtinê de ku Mistefa Seyîd Qadir Wezîrê Pêşmerge û Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê û Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derveyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade bûn, Wezîrê Derveyê Komara Çek li vê navçeya ku pire li milmilanê û kêşeyan behsa pêşketin û xweşguzeraniya Herêma Kurdistanê kir û eve jî ragihand ku welatê wan gelek bi girîngiyê ve temaşa Kurdistanê dike û bi niyaza asta nûnerayetiyê de jî li nivîsîngeha hemahengiyê bike Konsolxane û li Herêma Kurdistanê veke. Wezîrê Derveyê Komara Çek ji bilî balkişandina li ser êrîşên terorîstan ya ser Kurdistanê palpiştiya Komara Çek bi Serok Barzanî ragihand û eve jî xisterû ku welatê wan amadeye li warên cûda cûda de piştevan û hevkarê hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê bibe û her wiha li warê avadankirin û aboriyê de jî beşdarî proseya pêşketina Herêma Kurdistanê bibe.

Wezîrê Derveyê Komara Çek hewlên Herêma Kurdistanê jî yên di derbarê yarmetîdana koçberan û parastina pêkhatên neteweyî û olî ji êrîşên terorîstan bilind nirxand û daxwaza welatê xwe jî ragihand ku li warê mirovî û yarmetîdana koçberan de li gor şiyanên xwe hevkariya Herêma Kurdistanê bike.

Li beranber da Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina Wezîrê Derveyê Komara Çek û şanda li gel kir û ji bilî balkişandina li ser daxwaza pêşketina li nav gelê Kurdistanê eve jî behs kir ku avadanî û pêşketina Kurdistanê nîşan dide ku eger derfet ji bo gelê me birexsê dikarê pêşbikevê û welatê xwe avadan bike. Serok Barzanî spasî piştgîriya gel û Hikûmeta Çek kir û pêşwazî jî li biryara vekirina Konsolxaneya welatê Çek li bajarê Hewlêrê û berfirehtir kirina peywendiyên di navbera her dû aliyan kir.

Li dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî tîşk xiste li ser rewşa emnî û êrîşên terorîstan û eve jî ji bo şanda mîhvan şîrove kir ku gelê Kurdistanê bi dirêjahiya 1500 kîlometir şerê rêxistineke terorîstî ya dirinde dike ku îmkaniyat û çekên dû dewletan li dest daye. Ew rêxistin artêşekî pêkaniye ku pire ji terorîstên biyanî ku li seranserê cîhanê û hemû kîşweran hatine û êrîşî gelê Kurdistanê dikin. Serok Barzanî spasî palpiştiya welatên dostê gelê Kurdistanê kir û tekez li wê yekê jî kir ku ji bo gelê Kurdistanê cihê şanaziye ku Pêşmerge şerê terorîstan dike û bergiriyê li welatê xwe dike û koçber û pêkhatên olî û neteweyiyan jî diparêze. Serok Barzanî li dirêjahiya axaftina xwe de balkişand li ser rewşa aloz û geşkirina terorê li Sûriye û behsa çûna Pêşmerge ya ji bo yarmetîdana Kobanê kir û ragihand ku li Sûriye tenê gelê Kurd kariye li beranber Da’îş da xweragir bê û êrîşa terorîstan têkbişkîne. 

Back to top button