Cîhan

Nêçîrvan Barzanî: DAÎŞ metirsiyeke navdewletî ye

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, îro roja çarşemiyê 27.11.2012ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Lubomîr Zawralek wezîrê derveyê Komara Çekê û şandeya pê re ku, ji cîgirê wezîrê bergiriyê û hijmareke diplomatkar û berpirsên hikûmeta Çekê pêkhatibû kir.

Di dîdarekê de, wezîrê derveyê Komara Çekê kêfxweşiya xwe li hember serdana bo herêma Kurdistanê diyar kir û herêma Kurdistanê bi herêmeke aram û biîstîqrar û pêşkeftî di devereke neîstîqrar û pir pirsgirêk û şidet de, wesif kir. Lubomîr Zawralek rola xelk û hikûmeta herêma Kurdistanê ku, karîne di devereke wisa de destkeftiyên mezin, aramî, avadankirin û pêşkeftin bidest xistine bilind nirxand, û dilgiraniya xwe jî li hember wê rewşa ji encamê êrîşên terorîstên DAÎŞ hatiye holê nîşan da.

Wezîrê derveyê Komara Çekê amadeyîya welatê xwe ji bo piştgirî û hevkarîkirina herêma Kurdistanê diyar kir daku, herêma Kurdistanê bikaribe bi baştirîn awayî berhingarî terorîstan bibe û tekîd kir ku, Komara Çekê amadeye çi di warê leşkerî û meşiq û rahînan de û çi jî di warê komek û hevkariyên mirovî de alîkariya herêma Kurdistanê bike daku herêma Kurdistanê bi ser terorîstan de serbikeve. Zawralek got ku, ew di wê baweriyê de ye di demek nêzîk de herêma Kurdistanê dê bigehe qaraxê aramiyê û dê li ser pêşveçûn û bidestxistina zêdetir destkeftiyan berdewam be.

Di warê êkonomî jî de, wezîrê derve yê Komara Çekê tekîd li ser wê yekê kir ku, welatê wî dikare hevkar û hevbeşa pêşkeftinên herêma Kurdistanê be, ji ber hindê di vê serdanê de hijmareke berpirs û kompaniyên sektora taybet pê re ahtine daku, dikarin di her du warên sermayerazandin û şêwêriyê de hevkarî û hevahengiyê digel hikûmet û sektora taybeta herêma Kurdistanê bikin.

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê di axaftina xwe de got ku, her ji destpêkê Komara Çekê di warê hevkarîkirin û yan jî di warê moral de piştgiriya herêma Kurdistanê kiriye û roleke ber bi çav di wan waran de hebû û sipasiya xelk û hikûmeta Çekê kir. Barzanî tekîd kir ku, herêma Kurdistanê giringiyê bi têkeliyên xwe yên digel Komara Çekê dide û dixwaze wan têkeliyan di warê siyasî, êkonomî û hevkarî û hevahengiya serbazî de pêş bixe 

Serokwezîrê Kurdistanê got ku, herêma Kurdistanê pêşwaziyê li hatina sektora taybeta Komara Çekê dike û amadeye hemû hevkarî û û hêsankariyan pêşkeşî wan bike û li ser vî esasî şendeya Komara Çekê digel wezîrên peywendîdarên herêma Kurdistanê çend civînan saz dikin û tê de çewaniya pêşxistina têkelî û karê hevbeş di navbera sektora giştî û taybeta herêma Kurdistanê û Komara Çekê de gotûbêj bikin.

Di dîdarê de ku, cîgirê serokwezîr û hijmareke wezîran amde bûn, Nêçîrvan Barzanî behsa rewşa herêma Kurdistanê û pêşkeftin û destkeftiyên wê kir û bal kişand ser cenga dijî terorê û berhingarbûna terorîstên DAÎŞ . Barzanî got:

          Raste nuha herêma Kurdistanê bi dirêjahiya zêdetir ji hezar kîlometroyan di çeperên pêşiyê yên şerê dijî terorê de ye, metirsî ne bi tenê li ser herêma Kurdistanê û deverê ye, lê belê DAÎŞ metirsiyeke navdewletî ye û ji bona nehêlana wê metirsiyê, divê hemû alî hekarî û hevahengiyê bikin.

 

Back to top button