Dosya

Di şerê sînorê Kerkûkê em %100 bi ser ketin

Berpirsê eniya Pênc a Rojavayê Kerkûk-Dubiz ragihand ku, Hêzên Pêşmerge li sînorê Kerkûkderbeyên mezin li DAIŞê dane û bêtir ji 100 terorîstên DAIŞê kuştine, ji aliyê leşkerî ve jî Hêzên Pêşmerge %100 serkkeftinên mezin bi dest anîn.

Berpirsê eniya Pênc a Rojavayê Kerkûk-Dubiz Kemal Kerkûkî ji KDP.info re ragihand: “Piştî ku duhî çekdarên DAIŞê êriş kirin ser gundê Til Werid û pêşve hatin, Hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva wan dan û êrişa wan têk çû û zererên mezin dîtin, ew navçe ji wan terorîstan hat paqijkirin.”

Kerkûkî wiha domand: “Ji bilî azadkirina wan deveran ku jê hatibûn, Pêşmerge hinek cihên din ji destê wan derxistin. Helbet ew ji Mekteb Xalid hatibûn nav wî gundî, lê niha li wê deverê hemûyî nemane.”

Kemal Kerkûkî ragihand: “Berê em û çekdarên DAIŞê pir nêzîkî hev bûn, DAIŞ hatina baranê û guhertina seqayê bo xwe kirin derfet û êriş kirin, lê Hêzên Pêşmerge êrişa wan têk birin û bera wan dan.”

Derbarê wan ziyanên ku ji destê Hêzên Pêşmerge dîtine, Berpirsê eniya Pênc a Rojavayê Kerkûk-Dubiz Kemal Kerkûkî wiha got: “Li gorî wan agahiyên ku ketine destê me, hejmarek zêde ji wan hatin kuştin ku zêdetirî 100 çekdar hatine kuştin, lê amareke rast di ber destê me de nîne ji ber ku gellek term bi xwe re birin.”

Bi gotina Kemal Kerkûkî, jibilî ziyanên canî, çekdarên DAIŞê gellek ziyanên madî jî dîtine, û gellek otomobîlên wan ên leşkerî hatin têkbirin.

Kerkûkî da zanîn ku, “7 termên çekdarên DAIŞê ketine destê Hêzên Pêşmerge û niha ew navçe aram bûye û tenê ji dûr carna çekdarên DAIŞê teqeyan dikin.”

Berpirsê eniya Pênc a Rojavayê Kerkûk-Dubiz Kemal Kerkûkî gotina xwe wiha qedand: “Mixabin hinek ji birayên me yên Pêşmerge şehîd û birîndar bûn, lê ji aliyê leşkerî ve, me serkeftin bi dest xistiye.”

Back to top button