Civak
Dersim bahçelî protesto dike
Devlet Bahçelî serokê MHPê partiya nijadperest a Tirk, serdana Dersimê dike.
Eve demeke pirsa komkujiya Dersimê û dardekirina Seyid Riza di medya Tirkî de tê gotubêj kirin.
Ji berî çend rojeki serokwezîrê tirkiye Ahmet Davutoglu di axavtinek ya xwe de behsa partiyên opozisyonê kir û got: Tiştên Devlet Bahçelî li bajarên din dibêje nikare li Dersimê bêje. Herweha davutoglu got ku, Bahçelî nikare herê Dersimê.
Li ser vê axavtina Davutoglu Bahçeli biryar da ku îro herê Dersimê.
Polisan tedbîrên mezin girtine. Bahçeli dixwest Cemevî(Cihê îbadeta Aleviya) ziyaret bike ,lê berpirsên Cemevî ev yek bi awayekî qebul nekirin. Herweha bahçelî dixwest serdana esnafên bajêr bike, herkesî dikanên xwe girtin.
.