Civak

Ocalan ji girtigehê derdikeve

 

Eve demeke li Tirkiye û Bakur behsa pêvajoyekî tê kirin. Di nava Ocalan û MITê de herweha nava heyetên HDPê û berpirsên hukumetê de çûyîn hatinek heye.

Li hevhatina li gel PKKê hatî kirin ji aliyê El Cezire ve hate eşkerekirin.

Nexşerêya pêvajoyê:

– heyeta diçe Îmrali berfireh bû hatib Dicle û Ceylan Bagriyanik tevlî heyetê dibe û roja yekşembê serdana Ocalan dikin.

– Ocalan banga  nekirina çalakiyan bi tu awayî li Qendil dike û dê Qendil vê bangê binirxîne.

– Ji bo nivîsgeha Ocalan 5 navên din têne Qendilê û ewê wek sekreterya Ocalan kar bikin.

– Wê komiteyek ya çavderiyê bê avakirin. 16 kes ji akilmendan û 3 kesê din jî tevlî wan dibe.

– Dê girtiyên PKKê yên nexweş bêne berdan. Ji bo vê yasa tê amade kirin.

– Ocalan ji zindanê derdikeve dikeve avahiyekê de û lê wê derê karê xwe dike. Ji bo vê  jî tesisen Mete li Îmralî tê amade kirin.

– Dê rojnemevan bikaribin herin Îmralî hevditina li gel Ocalan bikin.

–  Dê Ocalan banga devjêberdana çekan li bike. Qendil dê vê yekê binirxîne û vê bangê bêxe jiyanê. Beşek berpirsên PKKê yên nexwezin werin siyasetê bikin, dê bikaribin li Qendilê bimînin.

– ji bo PKK yî bikaribin vegerin qanunek tê guhertin.

– Dê berpirsiyariya îdareya mehellî bête berfireh kirin.

– Herî dawî Afuyek Giştî derdikeve.

 

Heyetek ya HDPê roja yekşembê diçe Îmralî û herweha parlementek HDPê jî serdana Qendilê dike.

Rojevakurd

Back to top button