Piştî êrîşên çekdarên rêxistina terorîstita DAÎŞ bo ser bajarê Kobanî, li Rojhilata Kurdistanê, dest pê kiriîn, hijmara penaberan ji wir bo herêma Kurdistanê roj bo rojê zêde dibe û hikûmeta herêma Kurdistanê jî ji bona hewandina wan pilana avakirina kampekê bo akincîkirina wan penaberan li Quştibe nêzîkî bajarê Hewlêrê amade dike.

Heta niha hikûmeta herêma Kurdistanê û rêxistinên mirovdostên navdewletî gelek kamp ji bo hewanidna zêdeir ji 1,6 milyon koçber û penaberên êzidî, mesîhî, penaberên roijavayê Kurdistanê û deverên din yên Îraqê avakirine.

Di daxuyaniyekê de bo malpera hikûmeta herêma Kurdistanê, Sîrwan Abid berpirsê kampa Quştibe dibêje ku, amadekarî ji bo avakirina kapmeke nû bo penaberên Kobanî li Quştibe tê kirin û ew kamp dê nêzîkî 800 malbatan werbigire û dê di destpêka sala nû de bê vekirin.  Niha 1.971 penbarên Kobanî digel penaberên din yên rojavayê Kurdistanê li kampa Quştibe dijîn.

Abid dibêje ku, heta nuha 19.340 penbar ji Kobanî hatine herêma Kurdistanê ku, nêzîkî 10 hezar ji wan penaberan li Herwlêrê dijîn. Penaber ji Kobanî bi rêya deriyê Îbrahîm Xelîl daxilî herêma Kurdistanê dibin û berpirsên îdariyên herêma Kurdistanê û piştî ew ji aliyê rêxistinên ser bi Neteweyên Yekgirtî ve tên qeyd kirin, wan bi otobusan bo kampan vediguhêzin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: