Polîtîk

Îtalya û Rusya Nefta Kurdî dikire û Ewrupa jî ketiye dorê

Rojnameyeke Tirkî daye zanîn ku piştî Hikûmeta Navendî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê gihîştin rêkeftineke demkî welatên Ewrupî ji bo nefta Kurdî ketine dorê. 

Li gor zanyariyên Ajansa Reuters jî piştî ew peymana li navbera Hikûmeta Navendiya Iraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê welatên Ewrupa ketine dorê û sibê 29.11.2014 şerîkeya Eni ya Îtalî 600 hezar bermîl nefta Kurdistanê ji Ceyhanê bar dike û piştî wê jî şerîkeya Litasco ya Lukoila Rusya amadekariyan dike nefta Kurdistanê ji Ceyhanê bar bike. Nirxê wê neftê jî li gor nirxa berê dihête firotin.

Back to top button