Civak

Rewşa mafê mirov û şideta li dijî jinan hat nirxandin

    
Asos Necîb wezîra kar û karûbarên civakî a hikûmeta herêma Kurdistanê li dîwana wezareta xwe pêşwazî li şandeye rêxistina PDA ya civak û geşepêdanê kir.

Di dîdarekê de şandeya rêxistina civak û geşepêdanê behsa kar û çalakiyên xwe yên li herêma Kurdistanê kir û diyar kir ku rêxistina wan çend pirojeyên di warê hişiyarkirina civakê li hember şideta li dijî jinan û baştirkirina rewşa mafê mirof encam didin.

Herwesa şandeya mêvan got ku ew xwe ji bo pêkanîna amarekê li ser şideta li dijî jinan amade dikin.

Ji aliyê xwe ve wezîra kar û karûbarên civakî ji şandeya mêvan re behsa kar û çalakiyên xwe bi taybetî yên di warê pêşxistina civakî di hemû waran de kir û got ku wezareta kar û karûbarên civakî amadeya hevkarî û alîkariya hemû wan rêxistinan bike yên ku di warê nehêlana şideta li dijî jinan de kar dikin, bike.

Back to top button