Polîtîk

Hevpeymaniya lîsta Goranû Eniya Turkmena

Li nava bazara qezaya Dûz, alayên Goran û Enîya Turkmanên Iraqê bi hevdu re hatine daliqandin û ji ber evê yekê jî, xelkê deverê dilgiranî û nerazîbûna xwe didin xuyakirin.

Her di vê derbarê de hevwelatîyekî bajêrê Dûzê bi navê Aram Saîd, li ser vê mijarê wiha dibêje : “ Ya ku lîsta Goran dike ti cudabûnek li gel kiryarên Besîyan û şovenîstên Ereban nîne. Ji ber ku Enîya Turkmanên Iraqê, bi hemû şêweyekî û bi tevahîya şîyanên xwe, dijatîya mafên rewa yên kurd û Kurdistanê dike.“

Hêjayî gotinê ye, berî niha jî hatibû ragihandun, ku lîsta Goran bi lîsta Eliraqîye û lîsta Hedba re, di derbarê prosesa hilbijartinan de dan û stan kirîye û ji bo ku serkevtinê di hilbijartinan de bi dest ve bîne, bi van alîyan re hevpeymanîyek veşartî pêk anîye.

Doh jî parliyamentarekî ser bi lîsta Goran ve di dirêjîya pêngavên ne rastên xwe de û li dijî berjewendîyên bilindên neteweyîyên Kurdistanê, di daxuyanîyekê de ragihandibû, ku hêzên pêşmergeyên kurdisdtanê Milîs in.

Ev daxuyanîya han bûye egera nerazîbûna hevwelatî û pêşmergên Kurdistanê û ji alîyê pêşmergeyan ve xwepêşandan hatin sazkirin.
 
Lîsta Goran jî, ji alîyê kompanyaya Wişe ve ya ku bi serokatîya Newşîrwan Mustefa ye, beşdarîyê di prosesa hilbijartinên parliyamenta Iraqê de dike.

Back to top button