Civak
Bûyeran di cih de borsa daxist
Stanbul – Li Tirkiye piştî girtina hinek generala di çerçova doza “ Înkilaba Balyozê“ û civîna ku, li baregehê sefrfermandariya Lêşkeran ji teref hemî generalên Tirkiye ve pêkhatî, di cih de bandora xwe li ser rewşa aborî kir. Li Borsa Stanbulê index ket û dolar bilind bû. Bê istiqrariya aborî bi istiqrara siyasî ve tê girêdan û niha wek gelek terefan çavê Borsaya stanbulê jî ku dilê Aboriya Tirkiyê ye, maye hêviya encama civîna ku di navbera Gul, Erdogan û Başbug de çêbibe. Encama ku ji vê civînê derkeve ji aliyekî ve wê nexşerêya hukumetê di derbarê hinek guhertinên destûrî bide kifşkirin ji aliyek din dê rewşa aborî de hinek tevezinan peyda bike.