Civak

Kilinç sistema dadweriyê bi tundî rexne kir

Enqere – Duhî li Enqere civînek berfirek di bin nave“ Li gora normên Ewropa projeya bilindkirina standartên dezgehên dadweriya bilind“ hat darxistin. Serokên hemû dezgehên dadweriya bilind û gelek wezîr û parlementer di vê civînê de beşdarî kirin. Gelek axaftin di civînê de çêbûn. Lê axaftina herî balkêş ya serokê Dadgeha Destûrî Haşim Kilinç bû.

Kilinç di axaftina xwe de dest danî ser bîrina Tirkiye ya dadweriyê bi xwe. Kilinç di axaftina xwe de got: “ Qedera welatekî demokratîk girêdayê heyîna dadweriyek serbixweye. Dadwerî dema teref be nikare role xwe yê ji dil bileyze. Gelek kes îro sistema dadweriyê ji bo armancên xwe yên siyasî û îdeolojîk kar tînin, dadweriyê wek mertalekî didin pêşîya xwe. Sedem çi bibe bila be, dadwerî  ji bo tu dîtinan ji bo tu îdeolojiyan nikare bibe terefek.“
Kilinç di berdewam bûna axaftina xwe de got: “ Dema bûyer çêdibin, siyasî guhertin û pêkanina reforman di dadweriyê de tînin rojeve. Dadwerî  jî li gora dîtinên siyasî dikeve di nav minaqeşeyan de , dadweriyek bi teref tu caran nikare role xwe yê pêwist di civatek piralî de bileyze.“ Kilinç da xuyakirin ku; Dema dadwerî ne serbixwe be, gelek insana maxdur dike. Mexduriyet dibe sedema ku dijê dadweriyê kînek ,nexweşîyek peyda dibe. Dadwerî nikare kesên ji bo cihbicih anina adaletê xwe biparêze dadweriye, ji bo hinek pirsên siyasî wan maxdur bike.

Kilinç got: “ Kî bibe bila bibe, dive herkes ji bo tawanên xwe derkevin li himber dadgehan hesab bidin. Dema erka dewletê di destê hinekan de be, û ew vî erkî xirab karbînin ,wê hesabê xwe bidin, lê bi nave dadweriyê parastina wan bê ehlaqiyek mezine“
Herweha Kilinç pêwistiya reformek di destûra de anî ziman . Gotara serokê Dadgeha Destûrî gelek berpirsên din yên dezgehên dadweriyê aciz kir û dema Kilinç gotara xwe digot, gelek ji wan ji bo serokê Dadgeha Destûrî protesto bikin derketin derveyê salonê.

Back to top button