Polîtîk

Wezîrê derveyê Swed li Kurdistanê ye

Hewlêr – Ev cara yekem e, ku wezîrê derveyê Swedê serdana herêma Kurdistanê dike û pê re jî biryar hat dan, ku konsulxaneya Swedê li Hewlêrê bête vekirin. Wezîrê derveyê Swedê Carl Bildt û şandeya pê re ya ku ji balyozê Swedê yê li Iraqê û berpirsên wezareta derveya Swedê pêkhatî bû, li firokxana  Hewlêrê wezîrê derveyê Iraqê Hoşyar Zêbarî, wezîrê navxweyîya hearêm Kurdistanê Kerîm Sincarî û berpirsê peywendîyên derveyên hukûmeta herêma Kurdistanê Felah Mustefa, pêşwazîya wan kirin.

Bildt_u_zebari_718255845.jpg

Di dîdara navbera herdu alîyan de behsa pêşveçûnên peywendîyên navbera Swedê û herêma kurdistanê û Iraqê hat kirin û guft û go di biwarên siyasî, aborî û bazirganî de hatin kirin.

Di evê dîdara han de hat daxwazkirin, ku konsulxaneya Swedê li Hewlêrê bihê danîn, da ku peywendîyên navbera herdu alîyan di biwarên siyasî, aborî û bazirganî de li pêş bikevin.

Ev dîdara han a navbera herdu alîyan jî, doh êvarê hat encamdan.

Îro jî serokê Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê, bi amadebûna cîgirê serokê hikûmetê Azad Berwarî pêşwazî li wezîrê derve yê Swîdê Carl Bildt kir.

Back to top button