Kultur

Stiranbêja navdara Gulbehar çû ber dilovanîya Xweda.

Berpirsê tîpa mûzîka Duhokê Cemal Amêdî, evroj daxuyanîyeka taybetî da PNA û got, ku doh roja sêşembê 23, 02 / 2010 hunermenda stiranbêj Gulbehar, çû ber dilovanîya Xweda.

Cemal Amêdî da zanîn, ku Gulbehar doh li nexweşxaneyeka Baxdadê di demjimar 02:00 yê piştî nîvrojê de giyanê xwe sipart.

Ev salek jî bû, ku Gulbehar rastî pûçbûna hinek endamên leşê xwe bûbû û ji bo çareserkirina evê nexweşîya xwe, serdana gelek
nexweşxaneyên welatên derve û navxwe yên herêma kurdistanê jî dikir.

Cemal Amêdî weha jî da xuyakirin, ku evroj çarşembê termê Gulbehar li ser daxwaza wê (berî ku bimire) li bajêrê Necef hat veşartin.

Par tîpa mûzîka Duhokê stirana Çelwer BerÇelê ya Gulbeharê tomar kir û klîpeka ciwan jê amade kir.

Gulbehar di sala 1949 de dest bi derxistina hunermendîya xwe kir û hunerê şanoyê pêşkêş kir. Di sala 1969 jî de, li radiyoya dengê kurd a Baxdadê dest bi stiranbêjîyê kir.

Gulebhar jîyana xwe bêtir li bajêrê Baxdadê derbas kir, belê ji sala 2002 ve û li ser daxwaza wezareta rewşenbîrîya hukûmeta herêma kurdistanê, jîyana xwe li herêma kurdistanê li bajêrê Duhokê berdewam dikir.

Di sala 2005 jî de, rêvebirîya rewşenbîrî û hunerîya bajêrê Duhokê, festîvalek bi navê wê saz kir.

(PNA)

Back to top button