Rewşa Kerkûkê aram e
Rêvebirê polîsê Kerkûkê Cemal Tahir jî doh ragihandibû, ku hatin û çûn li bajarê Kerkûkê qedexe ye, ji ber ku çend otomobîlên bombrêjkirî hatibûn vedîtin, ku terorîstan dixweztin di nav xwepêşanderan de biteqînin.
Jêderekî nêzîkî encûmena siyasîya erebî ya li bajarê Kerkûkê di daxuyanîkî de ji PNA re ragihand, ku bi egerê qedexebûna hatin û çûn li bajarê Kerkûkê û xirabûna rewşa ewledarîya Kerkûkê û dora wê biryar weha ye, ku îro roja sêşembê xwepêşandan li Kerkûkê neyên kirin.
Niha jî rewşa Kerkûkê asayî (normal) ye û îro heta niha xwepêşandan li Kerkûkê nehatine sazkirin.
Evî jêderî weha jî got, ku heger rewşa b Kerkûkê hêwir bû û ti tirs û gef neman, ew dê ewê demê xwepêşandanê saz bikin, belê encûmena siyasîya erebî heta niha biryara fermî nedaye, ku xwepêşandan neyê sazkirin.
Pêdivêyî gotinê ye, ku encûmena siyasîya erebî ya li bajarê Kerkûkê roja yekşembîyê beyannameyek belav kir û tê de ragihandibû, ku dê goya îro roja sêşembê xwepêşandaneka cemawerî û mezin li Kerkûkê û dora wê bihê sazkirin.
Encûmena siyasîya erebî ya li bajarê Kekrûkê weha jî dabû xuyakirin, ku ev xwepêşandana han li dijî hebûna asayiş û pêşmergeyên hukûmeta herêma Kurdistan, nepêkanîna maddeya 140 a destûra Iraqê û çend xalên din e û hemû ev daxwazên alîyên erebî li dijî miletê Kurd in.
Nûçe: Akam Fehmî / Kerkûk