Rewşa mesîhiyên Kurdistanê li Parîsê hat nirxandin
Li Parîsa paytexta Fransayê konferansekî navdewletî sebaret bi pirsa mesîhiyên Iraqê bi amadebûna komek ji şareza, pîspor, serkirdeyên ayîniyê mesîhiyên Iraqê û şandekî bilinda herêma Kurdistanê ku ji Fuad Husên serokê dîwana serokayetiya herêma Kurdistanê, Felah Mistefa berpirsê pêwendiyên derveyê hikûmetê û metran Reban Elqes metranê kildanî yê Hewlêr û Amêdiyê pêkhat bû, birêveçû.
Konferans ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Parîs û hevkariya Encumena Pîrên Fransa hatibû sazkirin, ku armanca wê ewe bû rewşa mesîhiyan guftugo bikin û çend pêşniyarêk ji bo çareseriya wan pirsan ji bo hikûmeta federal û welatên Ewrupa diyar bikin.
Di Konferansê de behsa wan pirsan kirin ku rûbiruyê mesîhiyên Iraqê dibin bi taybetî kiryarên vê dawiyê ku ji aliyê çend grupekî terorîstî dijî mesîhiyan hatibû encamdan. Eve jî buye sedema wê yekê ku hejmareke zêdeyê wan hatine herêma Kurdistanê û hejmareke ji wan jî berev welatên Ewrupa koç kiirne.
Her wiha li konferansê da çendîn babet û mijarên girîng hatin nirxandin. Nivîskar Efram Îsa behsa hebûna dîroka mesîhiyên li Iraqê kir. Paşê Qeşe Baskal Koleneş bi kurtî li ser rewşa mesîhiyên li Rojhilata Navîn pêşkêşî beşdarvan kir. Paşê her yek ji metran Emîl Nuna metranê Musil û qeşe Necîb Mîkaîl behsa rewşa mesîhiyên deşta Nînowa û Bexdayê kir.
Dîsa her yek ji Fuad Husên serokê dîwana serokayetiya herêma Kurdistanê, Felah Mistefa berpirsê pêwendiyên derveyê hikûmetê û Olîver Bubard wezîr û şêwirmendê karubarê olî li wezareta derveya Fransayê beşdarbûn, Metran Reban Elqes bi têr û tije behsa rewşa mesîhiyên herêma Kurdistanê û pêkvejiyana birayaneya di navbera sercem pêkhatên herêma Kurdistanê kir.
Ji aliyê xwe ve şanda herêma Kurdistanê tekez li ser helwesta serkirdayetiya siyasiya Kurdistanê ku sebaret bi pirsa mesîhiyên li Iraq bi nêrîneke erkê nîştîmanî û mirovayetiyê de kir. Her wiha balkişandin li ser wê yekê ku bi fermana serok Barzanî, ji bo serpereştîkirina karubarê wan xuşk û birayê mesîhiyên ji tirsa kuştin û rewşa xeraba navçeyên dinê Iraqiyan qesta herêma Kurdistanê kirine, li herêmêa Kurdistanê lîjneyek pêkhatie.
Her wiha şanda kurdî dûpat kirin ku gelê Kurdistanê hevkariya wan dike û dergehên Kurdistanê ji bo pêşwazîkirin û karasanî dabînkirina jiyanekî aramê ji bo wan vekiriye. Şanda Herêma Kurdistanê amadehiya hikûmeta herêma Kurdistanê ji bo hevkarîkirina sercem aliyan ji bo dîtina çareseriyekî guncaw ya ji bo vê pirsê nîşandan.