Hikûmetê bersiva daxazên xwenîşanderan da

Piştî şandeyeke parlamentoya Kurdistanê digel (Civata Demkî ya Seray Azadî) ku nûneratiya xwenîşanderên bajarê Silêmaniyê dike, civiyayî, wê civatê dosyeya daxazên xwe ku ji bo perlamentoya Kurdistanê û serokatiya hikûmeta herêma Kurdistanê amade kir bû, teslîmî şandeya parlamentoya Kurdistanê kir.

Îro ew dosyeye gihişte destê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê û wî jî ev daxuyaniya li jêr pêşkeşî xwenîşanderan kir:
Îro teksta wê dosyeyê ku ji aliyê (Civata Demkî ya Seray Azadî) ku nûneratiya xwenîşanderên bajarê Silêmaniyê dike, gehişte destê me. Em bi gerimî pêşwaziyê li daxazên we wên adil yên ku, di dosyeyê de hatine diiyar kirin, dikin. Em dibêjin ku mafê xwenîşandanê mafekê adil yê hemû takên vê civakê ye. Em van xwenîşandan û civînên cemawerî, ji bo teşwîqkirina pirosesa reforman û mokimkirina saziyên şeriîyên herêma Kurdistanê, bi çavkaniyên giring dizanin. Em dixazin bi rêya nûnerên xwenîşanderan zêdetir guhdariya daxazên xelikê bikin û pêkve di amadekirina bernameyekî giştî ji bo hukimdariyeke baştir li Kurdistanêm, beşdar bin.

Li dor wan daxazên di dosyeyê de hatine diyar kirin, hindek ji wan daxazên acil in û hinde jî pêwîstî bi danana bernameyekî domdirêj heye. Em dê bi rêya rawêjkirinê digel civata xwenîşanderan û bi rêya saziyên şeriîyên herêma Kurdistanê, bi cidî helsengandineke babetiyane bo hemû daxazên we bikin. Em daxazên hevwelatiyên Kurdistanê bi daxazên adil dizanin û ew daxaz nîşana xemxorî û dilsoziyêye ji bo paşerojeke geştir bo herêma Kurdistanê. Jiber vê yekê em xwenîşanderan bi xelkê xemxor û dilsozên miletî dizanin û daxazê ji wan dikin ku rê ji têkderan re nedin rewşa xwenîşandanên medenî û civînê cemawerî têk bidin.

Me bi hevahengî digel parlamentoyê komîteyeke lêpirsînê pêkanîye, em naxazin pêş encamên lêkolîbê bikevin, em bi qenaet dibêjin ku li gor encamên lêkolînan û li gor pirensîpê qanûn serwer e dê miamile bi bûeran re bê kirin. Me beriya nuha jî gotiye û em careke din dupat dikin ku nabe li derveyî qanûnê tu kes jiber beşdarîkirinê di xwenîşandanan û civînên cemawerî de bê binçav kirin, her kesê/a ji ber van sedaman hatibe girtin jî, hemû hatîne azad kirin. Tu hêzên nepêdvî li wan cîyên pêştir lê hatbûn danan, li wan cîyan nemane û vegeriyane cîyên xwe yên eslî.

Sebaret baregayên partiyan li nav bajêran, yaku peywendê bi molk û malê hikûmetê ve heye, me biyar daye ku di demek destnîşankirî de hemû ew avahiyên partiya baregayên xwe lê danayne, vegerînin bo hikûmetê û bikevin di xizmete wezaretan de, beşek ji wan milkê wezareta perwerdeyê bûn divê ew bibin dibistan û xwendingeh.

Li dor çûna me bo parlamentoyê, civînên peryodîk di navbera serokatiyan, hikûmet û komîteyên parlamentoyê de berdawam hene, pêşiya nuha jî em çûyne parlamentoyê û wezîrên hikûmetê di civînê ku pêwîst be beşdarî kiriye. Di biryara 17xaliya parlamentoyê de av daxazî û beşekî din ji daxazên xwenîşanderan di nav de hene, wê demê me got û nyhaj î em dibêjin her dema pêwîst be em amadene biçin parlamentoyê û em bixwe dixazin ku parlamento li ser saziyên hikûmdariyên herêma Kurdistanê çavnêreke çalak be.

Derbrey dilgiraniya we li ser hindek kes, alî û kanalên mediyayê ku qaşo xwenîşander bi têkder û anarşîst bi nav kirine, em tekîd dikin ve ku xwenîşandan û civînên cemawerîyên medeniyane mefekî serekî yê hemû hevwelatiyan e û em hurmetê ji daxaznê wan re digirin û me ew bi xelkê xemxor û dilsoz zanine û dizanin.

Li dawiyê em dibêjin ku em dê dûvçûnê li ser hemû daxazên rewayên hevwelatiyan bikin, em dixazin em hemû pêkve wezîfeya çaksaziyên îdarî û hukimdariya welêt li ser milên xwe bigirin û pêkve di parastina yekrêziya xelkê Kurdistanê, geşepêdana demokarasyê û pirosesa siyaaiya herêma Kurdistanê de beşdar bin.

Ofîsa serokê hikûmeta herêma Kurdistanê
01.03.2011
Silêmanî

Nerîna min :