Civak

Bi qevdê gula pêşwaziya peşmergeyan kirin

Şandeyeka Yekîtîya Mamostayên Kurdistanê serdana bingeha hêzên pêşmerge kir û berpirsê ragihandina Yekîtîya Mamostayên Kurdistanê Ebdulwahid Muhemmed, di vê derbarê de daxuyaniyek da.

Ebdulwahid Muhemmed di daxuyaniya xwe de da nîşandan, ku ew bi saya serê hêzên pêşmerge êdî di nav ewledarîyê de dijîn, piştî ku jîyana wan hemû bibû tirs û toqandin û nexweşîyên mezin.

Piştî Yekîtîya Mamostayan, çend rêxistinên dinên sivîl jî serdana hêzên pêşmerge kirin û şêrînayî pêşkêşî wan kirin. Berpirsa federasiyona rêxistinên civaka sivîl Ronak Elî jî di vê derbarê de daxuyaniyek da.

Ronak Elî got: Ez bi navê xwe û bi navê çend rêxistinên civaka sivîl, spasîya hêzên pêşmerge dikim, ji ber ku wan hêminî û aramî ji hemû hevwelatîyên bajarê Kerkûkê re berdest kirin. Em ji dil spasîya wan dikin.

Berpirsê Komeleya Jîn a kêmendaman Ebdulwahid Ebdullah jî di vê derbarê de got: Em dixwazin hêzên pêşmerge li Kerkûkê bimînin û venegerin. Em dixwazin ev hêminî û aramîya ku niha çê bûye, êdî her berdewam be.

Berpirsê hêza pêncem a fermandarîya hêzên Zêrevanîyê Necat Elî jî di vê derbarê de ji PNA re got: Ez bi xwe dilşad im, ku her roj dezgehên sivîl û xelkê nav bajêr serdana me dikin û ji me re didin xuyakirin, ku ew piştgirîya me dikin.

 

Nûçe: Aram Şêrko / Kerkûk 

Back to top button