Hevpeyvîn

Felakedîn Kakeyî: Bila Silêmanî otonomiyê wergire

Endamê berê yê komîteya navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê Felakedîn Kakeyî daxwaz kir ku parêzgeha Silêmaniyê corekî otonomiyê werbigre û got: ‘’Ez dibêm bila Silêmanî cuda nebe, lê desthilateke wê ya zêdetir hebe, butçeya wê zêdetir be û zêdetir girîngî pê bê dayîn.’’

Di hevpeyvînekê de ligel Rûdawê Felakedîn Kakeyî daxwaz dike desthilateke zêdetir ya parêzgeha Silêmaniyê hebe û di rêvebirina parêzgehê de jî destê xelkê bajêr hebe. Kakeyî wiha dibêje: ‘’Bila parlamentoyeke wan a biçûk hebe, ger navê wê jî ne parlamento be, bila desthilata wê parlamentoyê hebe.’’

Kakeyî wiha diaxife: ‘’Mebesta min ne ew e Silêmanî cuda bibe, cuda nabe û Silêmanî beşekî girîng û cewheriye li Kurdistanê, lê ez dibêjim û berê jî ev axaftin hatine kirin ku ne tenê Silêmanî, belkî hemû parêzgah, ger sibe Kerkûk jî hate ser, divê li gor yasaya parêzgehan corekî otonomiyê werbigre.’’

Navbirî wek mînak parêzgahên navend û başûrê İraqê pêşan dan û wiha pêde çû: ‘’İraq jî her wiha ye, niha Rûmadî di pratîkê de otonom e.’’ Kakeyî, daxwaz dike ku yan desthilata civata niha ya parêzgehan bê zêdekirin û civat bibe tiştekî berfirehtir û xwedan desthilat: ‘’Ji bo parêzgar nebe dîktatorek bi ser bajarê xwe de, civata parêzgehê bê danîn ne ku wezareta navxwe û bikaribe lêpirsînê ligel bike.’’

Ev axaftinên han di demekê de ne ku li gor butçeya 2011 a İraqê, her parêzgahek deriyê wê yê sînor hebe, dahata wan deriyan jî bo wê bi xwe dibe, ji xeynî wêna jî pereyên kirîna xwerakê (qût) di çarçoveya formê xwerakê de rasterast ji Bexda bo parêzgehê here û wek caran nadin wezareta bazirganiyê bikire.

Felakedîn Kakeyî axaftina xwe wiha qedand: ‘’Wiha baştir e parêzgahên Kurdistanê nîv parlamentoyeke wan hebe û bi wî awayî xelkên parêzgehan baştir xwe birêve bibin. Ji ber dinya hemû ber bi nenavendîbûnê diçe.’’

 

 

Back to top button