Leyiztika dijminên Kurdistanê neçû serî

Bûyerên ku 17-ê meha Sibatê bi mebasta pişgiriya xwepêşandanên Tunis û Misrê destpêkirîn, ji daxwaziyên meşru û demokratîk zêdetir bû tehdîtek li ser rewşa aramiya Kurdistanê. Kurdistan berbi pêşveşûnekîde ve ye. Aramiya Kurdistanê bingehê istikrar û pêkanîne demokrasiyê ye. Islama siyasî  ya ku hinek nawendên Rojhilata Navîn ve gêrêdayine, leyiztiken mezin li ser rewşa Kurdistanê leyiztin. Bi helwesta xwe bivê nevê yan jî zanebûn ne zanebûn Tevgera Goran jî bû beşek ji vê alozî û têkdana aramiya Kurdistanê.

Armanca destpêka vê xwepêşandina li Silêmaniyê her çikas ji bo daxwaziyên  xizmetguzarî be jî, lê di bingehêxwe de ket xizmeta destên xirab yên li Kurdistanê. Meydana li Silêmaniyê wek meydana Tehrîr ya li Qahîre hate navkirin. Ev yek bi xwe armanca bingehî dida  xuyakirin. Herweha eşkere bû ku hêzên islamî yên nawendên terorê ve girêdayî rolek provakatîf di van xwepêşandan de leyiztin. Hinek teqîn kirin ,lê kuştina 5 endamên rêxistinek terorîst li Silêmaniyê hindikbê jî çavên xelkê vekir.

Niha piraniya xelkê Silêmaniyê, taybetî xwendevanên zangoyê xwe ji van xwepêşandanên ku erîşkirina hinek dezgehan û xirabkirina rewşa aram a Kurdistanê dan aliyekî. Helwesta cigirê serokê PDK-ê Nêçîrvan Barzanî bû sedemek bingehîn ku ev leyiztikên qirêj xira bibe.

Gelek vekirî dijminên Kurdistanê, erebên şovenîst bawer kirin ku rewşa Kurdistanê têk diçe û cesaret ji bûyerên Kurdistanê girtin û li Kerkukê û qeza Hewece erîş birin li ser baregehên kurdan , wan erîşê her tişta ku kurd û Kurdistanê ve girêdayî kirin. Tu ferq nexistin di nav kurdan de. Di serî de li Kerkûkê û deverên din yên kurdistanê ku ne di bin desthilatdariya Kurdistanê dene, jiyana kurda kete di bin xeteriyekî de.

Lê desthilatdariya siyasî bi biryareke hevbeş hêzên pêşmergeyan rêkirin Kerkûk û derên din yên ku tehdît li ser jiyana kurdan heyîn. Cîgirê serokê PDK-ê Nêçîrvan Barzanî, gavek dîrokî avêt û serdana bajarê Kerkûkê kir û li gel hemû aliyên kurdan civînek hevbeş pêkanî. Barzanî li Kerkûkê derket himber medyayê û yekdengî û yekrêziya kurda da nîşandan û di çavê dijminên kurdan de xuyabû ku leyiztikên dijmin di nav kurdan de dikin neçû serî.

Nêçîrvan Barzanî di axavtina xwe ya li Bajarê Kerkûkê de peyamek da welatên cîran,erebên şovenîst û herweha nawendin ku dixwazin rewşa Kurdistanê têk bidin. Barzanî peyamek girîng da miletê kurd jî.

Nêçîrvan Barzanî got: “Heta rewşa bajarê Kerkûkê xweş nebe, pêşmerge navegere. Pêşmerge ne ji bo xerabkirina rewşa Kerkûkê hatiye. Belê rewş xerab bûye û divê hêzên pêşmerge li vir bin, da ku ser û malên hevwelatîyan parastî be.“

“ Em daxwaza bi cihanîna maddeya 140-ê dikin da ku hemû pirs û arêşe bihên çareserkirin. Em guherînên pêdivêyên ku gerek li Kerkûkê jî bêne kirin, ji rêvebirîya Kerkûkê bi xwe re dihêlin. Ew berjewendîya xwe baştir dizanin.  “

“ Biryar hat dayîn ku, komîteyek ji partîyên Kurdistanî pêk bê, da ku lêkolînan di derbarê doz û daxwazên xelkê de bike û pîkol jî bên kirin, da ku guherîn û sazkarî bên pêkanîn ji bo doz û daxwazên xelkê jî cih bi cih bibin.“

Berjewendiyên netewî û li xwedî derketina nirxên netewî ,leyiztikên provakatîf yên di van xwepêşandanan de valê derxistin. Elbet dê kurd, wê daxwaziyên xwe, helwesta xwe û pişniyarên û heta nerazîbûna xwe li himber desthilatê bidin xuyakirin. Dê ji bo vê yekê xwepêşandan çêbibin û xelk bi aşitiyane, bi metodên demokratîk û li gora yasayê di van xwepêşandana de daxwaziyê xwe bighînin desthilatê. Xwepêşanderek xwendevanê zanîngehê li Kelar dibêje: : Armanca me ya ji duv vê çalakîyê ew e, ku em daxwazê ji hevwelatîyan, hêzên ewledarîyê û hemû alîyên peywendîdar dikin, ku ew dijwarîyê bi kar nehînin. Bila ti alî ziyanê negihîne berjewendîyên giştî û taybetî.

Hewldanên sivîl û bi rêya diyalogê rastiya van bûyeran li xelkê Kurdistanê da têgihandin. Niha leyiztik xirab bû. Di serî de tevgerên îslamî divê nebin nawenda hinek rêxistinên fundemetalîst û destên wan nêxin di nav demokrasiya Kurdistanê de. Tevgera Goran divê aliyê xwe yê Kurdistanî bide pêş û ji dev evîniya erebî berdê û ji herîmê gelektir Kurdistanî bifikire.

Destekeftiyên Kurdistana Başûr demana desteftiyên kurdên din li hemî deverîne.Eger ew banê hatî avakirin rojekî hilweşê dê kurd hemî bin de bimînin. Parastin û pêşxistina destkeftiyên netewî li ser bingehek demokratîk û civatek pêşketî erkê her kurdek welatparêze. Rêya diyaloge ji bo çareserkirina her cureyê pirsgirêkan rêya herî serkeftî û hemdeme.

1.03.2011

Dara Bilek

Nerîna min :