Polîtîk

Rewşa dawî ya siyasî li Tirkiye çewene

Li Tirkiye piştî  pêvajoya hevtîna li gel Ocalan destpêkirî, dengê xelkê û helwesta wan li gora partiyên siyasî û taybetî  ji bo Ak Partiyê gelekî girîng bû.

Di vê derbarê de gelek rapor hatin amade kirin û lêpirsîn hatin kirin. Di encama van lêpirsîna de hate xuyakirin ku xelk dixwaze ev şer dawî werê û ji bo vê jî hêja pişgiriya Ak Partiyê û Erdogan dikin.

Lêpirsîna herî dawî li 30 bajaran, 99 bajarokan û 150 gundan  hatiye kirin û li gel xelkê rû bi rû havdîtin çêbûne  û pirs hatine kirin.

 “ Îro hilbijartin çêbibe hunê dengê xwe bidin kijan partiyê“

Encam:

Ak Parti : % 51

CHP : % 22.6

MHP : %13.8

BDP : %7

 

Pirsek jî di derbarê serokên partiyên siyasî de hate kirin. 

Pirs: Gelo hun pişgiriya kijan serokê partiyê dikin:

Bersiv:

Receb Tayib Erdogan : % 50.5

Kemal Kilicdaroglu : % 13.9

Devlet Bahceli : % 7.5

Selehatin Demirtas: %2.4

 

Back to top button