Polîtîk

PYD wek Baas e

Sekreterê Partiya Demokrat a Kurd li Suriye (El Parti) Dr. Hekim Bişar bernameyek ya kanala televizyona Gelê Kurdistanê de amade bû. Dr. Hekim li ser rewşa Kurdistana Rojava û tevgera kurd dîtinên xwe gotin.

Dr. Hekim behsa rewşa Encumenê Niştimanî ya Kurdên Suriye û PYDê kir. Di vê derbarê de Hekim got: YPG û Encumena gel (PYD) tiştekî baş li gora hesabê xwe bikin li ser navê xwe dikin.Lê dema tiştek xirab dikin li ser navê Desteya Kurd ya Bilind dikin. Bi vî awayî aliyên din jî dikin şirîkê xirabiyên xwe.

Dr. Hekim behsa PYDê jî kir û got: PYD wek Basiyan kar dike. Dest danîne ser her tiştekî.Ji bilî PYDê hêzên din jî yên Kurdî hene û amadene ku Kurdistanê biparêzin.PYD vê yekê qebûl nakê yan di herkes di bin fermandariya wan de bin yan jî qebûl nakin.Heta dibêjin bila ji Kurdistanê derkevin.

Herweha Dr. Hekim da xuyakirin ku, ew dikarin li dijê helwestên PYDê derkevin lê tirsa wan ji şerê birakujî heye.

Bişar behsa Artêşa Azad kir û got: Gelek gurubên cuda yên radikal di nava Artêşa Azad de cih digirin.Ev gurub karên xirab dikin û dixwazin nexweşîyê di nava xelkê depeyda bikin.

Back to top button