Nivîsar

Rewşa Bakurê Suriye yan Rojavayê Kurdistanê

Piştî êrîşa Tirkiye û çekdarên opozisyona Suriye li rojhilatê Firatê û rojavayê Kurdistanê, aliyên Kurdistanî hemûyan bi awayekî li dijê vê êrîşê derketin û pişgiriya hêzên HSDê kirin.

Welatên wek Yekitiya Ewropa li himber vê êrîşê li gel aliyên kurd sekinîn. Yanî bi awayek din hem aliyên Kurda hem jî li cîhanê li dijê êrîşa Tirkiye helwestek vekirî hate nîşandan.

Dema mirov rewşê hemûyê bi awayek rasteqînî dinirxîne çend pirs derdikevin hole.

Di vê bûyerê de gelek alî behsa yekitiyek Netewî dikin. Rastî jî yekitiyek Netewî ji bo Kurda pêwiste û dive pêkwerê jî. Aliyên PKK/PYD/KNK/HDP hemû banga Yekitiyek Netewî dikin. Lê kesek nade xûyakirin ku Yekitiyek Netewî, Kurdistanî çewe pêk tê û li ser kijan bingehî tê ava kirin.

Ji berî her tiştekî li rewşa Kurdistana Rojava binêrin. PKK/PYD desthilate. Lê di rastiya xwe de ji bilî partî û dezgehên di bin nave cuda de avakirîn kesek din ne şirîkê vê desthilatê ye. Ji berî her tiştekî nave Kurdistanê windaye û “Rojava“ kirin di lîteratora siyasî ya Kurdan de. Dema tu nebêjî Rojavayê Kurdistanê ev wateya bi zanebûn winda kirina nave Kurdistanê ye.

Navê cuda li desthilata xwe dikin, Ji Kurdistaniyê behtir wek tevgerek ya Suriye xwe didin nasandin. Ji xwe desthilata  wan ji derê herêma Kurdistanê jî heye û behtir li devera derê Kurdistanê şer kirin. Ala Kurdistanê qedexeye û tu sembolek wan a  Kurdistanî û netewî tuneye.

Xalek din ku gelek girîng e, ji bo çi li gel ENKSê yekitiyekî pêknaynin 3 cara li hev kirin lê demjimêrekî jî pratikê de rêve neçû. Rê nadin ku hêzek wek Pêşmergeyên Roj wegerin Kurdistanê û mil bidin hev û axa Kurdistanê biparêzin.

Li hevhatina Tirkiye û Amerikayê de HSD jî heye. Rasterast tevlî civîna nebûbê jî di civînê de aliyê Amerikî li gel wan di nava pêwendiyê de bû. Ji aliyek din li gel rejima Suriye di nava pêwendiyê dene.  HSD dikare hemû deverên rojavayê Kurdistanê radestî rejimê bike. Niha jî hale hazir encama siyaseta PKKê hêjmara ereban li Kurdistanê gelek zêde bûye. Heta li hinek deveran ji kurdan behtir bûne.

Niha Tirkiye ji girî Spî heta Reqayê çi bike, tişteke, lê ji Serêkaniyê  heta Dirêkê hewldanekî bike tiştek dine.

ENKS bê deng e, bê guman sedemên bê dengiya wan jî heye, lê ew jî di rewşekî dene ku nikarin siyaseta pêwist rêve bibin û di bin fişarekî mezin dene. Bûyerên rûdidin jî nahile ku ENKS jî siyaseta pêwist rêve bibe û bi îradeyek serbixwe tevbigere.

Di vê êrîşa Tirkiye de nawedna PKK bê deng bû. Wek cara endamên konseya serokatiya PKKê deng nekirin û bi hinek peyaman pêvajo derbas kirin. Dixweyê di nava wan de hinek cudahî peyda bûne.

Heta Kurdên rojavayê Kurdistanê siyaseta PKKê rêve bibin ew nagihin tu statuyekî Kurdistanî. Ji ber ku ev yek di aramancên siyasî yên PKKê de tuneye.

Divê Kurdên rojavayê Kurdistanê li xwe vegerin û da ku bikaribin siyasetek Kurdistanî û netewî rêve bibin. Ji berî her tiştekî pêwiste yekitiyekî di nax we û ENKSê de yanî yekiteiyek li ser xeta netewî di nava hemû hêz û aliyên Kurdên Rojavayê Kurdistanê de pêkbînin. Ev yek çêbibe hemû kurd dê pişgirya wan bikin û dê hingê ji bo armancên netewî û Kurdistanî yekitiyek pê were.

Di encama vê bûyerê de jî kurd ji cih û warên xwe dibin, jiyana xwe ji dest didin û di bi lingan de dibin qurbaniya berjewendiyên hinek aliyan.

Nûçe/Analiz

N.Firat

Back to top button