CivakRojev

Rewşa Awarte dawî hat.!

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rewşa awarte roja 31.07.2022ê dawî bû. Di dema rewşa awarte de kesek heta 12 roja dikariya di binçavde bimîne. Niha tenê herî zêde 24 demjimêra kesek bê girtin di bin çavde dimîne.

5ê Temuzê  dema hewldana darbeya guruba Gulen, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê rewşa awarte hatibû ragihandin. Di dema rewşa awarte de kesek heta mehekî dikariya di binçav de bimîne.

Sala 2018ê di parlementoyê de rewşa awarte 3 sala hatibû dirêj kirin.

Temuza 2021ê rewşa awarte ji bo salekî hate dirêjkirin û ev jî 31ê temuza 2022ê dawî hat.

Vê carê mideta rewşa awarte nehat dirêj kirin û ev pêvajo dawî hat. Niha kesek bê girtin herî zêde 24 demjimêra di bin çav de dimîne, tenê bi biryara dozgeran dikare heta 3 roja bê dirêjkirin,lê ev dem nabe ji 4 rojan derbas bibe.

Dawi hatina rewşa awarte jiyana hemwelatiyan ya rojane de gelek guhertina  çêdike ev jî jiyana rojane de rihetiyekî li gel xwe peyda dike.

Back to top button