PolîtîkRojev

Pêşniyara Serokê Herêma Kurdistanê di dema xwe de bû

Serokê Herêma Kurdistanê (Nğçirvan Barzanî ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî yên li Iraqê pêşniyara aliyên Iraqî kir ku dest bi danûstandinan bikin.

Siyasetmedarê Kurd Mehmûd Osman dı derbarğ püşnıyarıya Nğçirvan Barzani de da xüyakırın ku; “Pirsgirêka niha ya Iraqê ji ber vekişîna Sedir e, ji ber ku mafê Sedir hebû ku hikûmeta nû ya Iraqê pêk bîne, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo destpêkirina danûstandinan ligel aliyên Iraqî amade bû.”

Mehmut Osaman dibêje: “Pêşniyara Serokê Herêma Kurdistanê tiştekî maqûl e ji bo destpêkirina danûstandinên navbera aliyên Iraqî bi taybetî aliyên ku li hev nakin, ji ber ku divê cihê danûstandinê hebe.”

Berdewamiya daxûyaniya xwe de Osman dibêje: “Eger aliyên Iraqî pêşwaziya pêşniyara Nêçîrvan Barzanî bikin û di serokatiya Herêma Kurdistanê yan devereke din de bicivin, dikarin nêrînên xwe biguhêzin, ji ber ku tekane rêya Iraqiyan danûstandin û rêkeftin e. Ev gelekî tiştekî baş e.”

Back to top button