Serokê Herêma Kurdistanê roja 31.07. 2022ê dabû xûyakirin ku, ji bo çareseriyek ji rewşa Iraqê re bê dîtin divê diyalog destpê bike û ji bo diyalogê hemû aliyên siyasî vexwandibûn Hewlêr a paytextê Kurdistanê.
Nêçîrvan Barzanî dabû xûyakirin ku, dê Herêma Kurdistanê her demî beşek ji çareseriya be.
Berdevkê çerçoveya Hemahengiyê Ehmed el- Esedî di derbarê pêşniyara serokê herêma Kurdistanê de,daxûyaniyek da û behsa helwesta hemehengiya ku nêzikî Îranêye kir.
Ehmed el-Esedî dibêje, Çarçoveya Hevahengiyê pêşwazî li vexwendin û banga Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dike ji bo diyaloga niştîmanî û tekez dike, ew ji bo çareserkirina kirîza niha amade ne da ku bigihin çareseriyên rasteqîne ku destûr û yasa û berjewendiya gelê Iraqê bingeha wan be.
Ew 3 roj in bi hezaran xwepêşanderên alîgirên Tevgera Sedr li ser banga rêberê wê tevgerê Muqteda Sedr derbasî herêma Kesk bûne û avahiya parlamentoyê kontrol kirine.
Xwepêşander dibêjin, heta Muqteda Sedr biryar nede û ji wan nexwaze, ew ji avahiya parlamentoyê û navçeya Kesk dernakevin.
Rêberê tevgera Sedir Mukteda Sedir daxûyaniyek da û çalakiya aligirên xwe wek Şoreşek Aşitiyane bi nav kir û daxwaz ji xelkê û hêzên ewlehiyê kir ku pişgiriya şoreşê bikin.