Nivîsar

Revandina Lawê Serokê Şeradariya Hezroyê: Bêhelwestiya BDPê û HAK-PARê û Elçî…

Serokê Şaredariya Hezroyê Fethullah Mehmedoglu ji Partiya AKê bû.. Lawê wî Fuad Mehmedoglu jî, cîgirê serokê bajeroka Hezroyê yê Partiya AKê ye. Hezro bajerok a Amedê yê û bajarê mîran e. Li Amedê serokên şaredariyên bajerokan bi tevayî BDPêyî ne. Bes serokê şaredariya Hezroyê ji AK Partiyê bû.

Beriya hilbijartina giştî ya 2011-an, lawê serokê şeradariya Hezroyê Fethullah Mehmedoglu, ji aliyê PKKê de bi zorê û bi biçek hat revandin. Serokwezîr di xwepêşandinên xwe yên li Kurdistanê de gelek caran behsa vê bûyerê kir. Ev bûyera wek tedaya PKK/BDPê ya li ser hibijêran nîşan da.

Gorî baweriya min jî rast bû. Lewra PKKê li ser hilbijerên kurd bi salan e ku zor û tade dike. PKKê vî karî jî aşkere dike. Pirs hatiye wê merheleyê ku tirsa PKKê ketiye nav laşê gel. Gel retorîk dengê xwe dide PKKê û piştgirî ji PKKê re nîşan dide.

PKKê, her dem tade û zulma dewletê ya li ser hilbijirên kurd tîne ser zimên, lê ew bi xwe jî ev tade û zulmê didomîne. Pişt re jî radibe dibêje ku “hilbijêr bi dilsozî deng didin min.” Dema mirov şiklî jî mêze dike, ev rast e.

Rastî li Tirkiyeyê sed sala ku “Sendroma Stockholmê” ya Kemalîsatan heye, li Kurdistanê jî “Sendroma Stockholmê” ya PKKê pêk hatiye.

Piştî hilbijartinê serokê şaredariya Hezroyê ji Partiya AKê îstifa kir. Serokê şaredariya Hezroyê, ji bona îstifa xwe, “xizmetnekirina hikumetê ya Hezroyê” nîşan da. Lê piştî îstifa kir, bi lezûbez çû serdaniya serokê BDPê ya şaxa Amedê û diyar kir ku dê bibe endamê BDPê.

Yanî hikumet ji şaredariya Hezroyê re nikare bibe alîkar, BDPê dê bê îmkanên xwe ji şaredariya Hezroyê re bibe alîkar. Gelo kî/kê dê bi wê lîstikê bawer bike?

Lê kesî ji vê sedema serokê şaredariya Hezroyê bawerî nekir. Herkesî bawer kir ku serokê şaredariya Hezroyê encama tehdît û zora PKK/BDPê; ji bona ku lawê xwe sax û selamet xelas bike icbar/mecbur bûye ku dev ji serokatiya şaredariyê berde.

Ez jî di wê baweriyê de me. Lewra ev bûyera, bûyereke taybet, tekane û ji PKKê dûr jî nîne.

Baş tê zanîn ku PKK/BDPê bi salan e ku van karan dike. Gelek kesên ku raste rast piştgiriya PKKê nedikirin û gelek kesên ku ji PKKê re muxalîf bûn, ji gundan û ji bajaran bi zor û tehdîdan hatin revandin. Gelekên wan hatin kuştin û gelekên wan jî mecbûr bûn ku xeracê û pere bidin wan, xwe xelas bikin. Gelekên wan jî mecbûr bûn ku ji PKKê re alîkar bin û bi PKKê re xebat bikin.

Di vê merheleyê de jî li ser gel tirsa PKKê heye û bi taybetî jî li ser gundiyên kurd tirsa PKKê zêdetir e.

Gel baş dizane û bi ceribandina xwe jî şiyar e ku dema bi ya PKKê nekin dê feleketên mezin bên serê wan. Gel baş dizane ku PKKê bi hezaran kurdên muxalîf û hevalên xwe hem li Bakurê Kurdistanê û hem jî li beşên din yên Kurdistanê kuştine.

Li dijî vê bûyerê ji derveyî Ahmet Altanî, tu nivîskar û rewşenbîrên tirk helwest nîşan nedan. Ahmet Altan di Tarafê de di 21-ê Hezîran a 2011-an de nivîsek lê kir. Got ku “PKKê, wek tevgera mezlumên kurd derket holê. Lê ev rastiya, rastiya zalimbûna PKKê naguhere. (….) PKKê bona ku li Başurêrojhilatê (yanî Kurdistanê-Î.G) bigihîje armanca xwe ya siyasî silahê dixe nav siyasetê, ew kesên ji PKKê bêhêz in, bi çek ditirsîne û diperçiqîne. Ji bona min ferqa siyaset û helwesta PKKê û JİTEMê tune ye. Lewra JÎTEM jî bi zor û bi çek kesan direvîne û dikuje. PKkê jî bi çek kesan direvîne û ditirsîne û dikuje.”

Ez, gelek rewşenbîr û siyasetvanên kurd yên derveyî min, em jî bi dehan salan e ku van nerînan tînin ser zimên. Lê ez li Ahmet Altan zêde dikim dibêjim ku PKKê û JÎTEM ji aliyê hemennavendeyê tê îdare kirin.

PKKê, piştî salên 1975-an li Kurdistanê dehşet û zulmeke mezin meşand. Li Sîweregê û Li Hîlvanê û li bajarên din yên Kurdistanê bû sedem ku şerê navxwe yên kurdan geş bibe.

Encama vî şerî bi hezaran kes hatin kuştin. Dewleta tirk jî bi vî awayî jenosîda xwe di ser mila PKKê re meşand. Piştî salên 1984-an, li Kurdistanê, sed hezar kes hat kuştin û bi hezaran gund vala bûn û bi mîlyonan kurdan koçî metropolan kirin.

Li hemberî vê buyerê, BDPê, HAK-PARê deng dernexist.

Baş tê zanîn ku BDPê çima li hemberî vê bûyerê deng dernexist. Lewra tê zanîn ku BDPê siyaseta PKKê dimeşîne. Ez dikarim bibêjim ku BDPê taşerona PKKê ye. Wê demê nikare li hemberî şaşiyên PKKê jî derkeve. Di heman dem de dema ku BDPê taşerona PKKê be, dê çawa aşitî û demokrasiyê ava bike; azadiyan û heq û huqûqê daxwaz bike? Dê çawa bawerî bi sîstem a demokratîk û parlamenter bîne?

Ev rewşa BDPê jî dibe sedem ku BDPê xwediyê îredayek azad nebe. Loma jî kes li gotin û kirinên BDPê ne, li gotin û karên Öcalan û PKKê dinêre.

HAK-PAR, li hemberî PKKê wek alternatîfekê hat ava kirin. HAK-PAR raste rast li dijî siyaseta PKKê ya şidet û kuştinê, li dijî siyaseta wê ya Lozana 2-emîn bû muxalefet û bû xwediyê helwestek vekirî.

Hezar mixabin, piştî ku Bozyel bû serokê giştî, HAK-PAR ji vê siyasetê dûr ket û nêzikî PKKê bû. Bi taybetî jî di hilbijartina giştî de îltîxak û entegreyî PKK/BDPê bû.

Loma jî li hemberî şiddeta PKKê ya li hemberî lawê serokê şaredarişya Hezroyê derneket.

Parlamenterên BDPê jî li hemberî PKKê tiştek negotin. Ew PKKêyî tên fahm kirin. Lê ew kesên li ser navê sosyalîzmê, îslamiyetê, demokrasiyê bûne hevalên PKKê, ji wan jjî deng derneket.

Bi vê jî îspat bû ku ew ne wekîlên gelê kurd in, ew wekîlên PKKê û Ocalan in.

Helwesta hîn balkêş ya Şerafeddîn Elçî ye. Baş tê zanîn ku heger Elçî ne parlamenterê PKKê û Ocalan bûya, ewê li dijî siyaseta PKKê derketa. Ceribandin jî vê ji me re nîşan dide.

Hezar mixabin, rojnamevan di derbarê lawê serokê şaredariya Hezroyê de ji ElçÎ dipirsin, dibêjin ku “gelo hûn ji vê pirsê çi dibêjin?” Ew jî naxwaze ku PKKê bigre hemberî xwe, pirsê diavêje pişt guhê xwe. Dibêje. “Hezro ne herêma min e. Leyla Zana ji wir berpirsiyar e.” Çima Leyla? Çimkî Hezroyê deng da Leylayê.

Gelo li hemberî pirsek a wusa girîng, ji vê mezintir demagojî dibe? Ev helwesta Elçî jî nîşan dide ku ew hêjayiyên berê diparastin, piştî ku bû parlamenterê PKKê û Ocalan qiymetek wan nemaye. Elçî bi her awayî angaje û entegreyî PKKê û Ocalan bûye.

Xwedê kurdan ji siyasetvanên ku ji bo berjewemdiya xwe ya teng tevdigerin, biparêze.

Îbrahîm Guçlu

Amed, 22. 06. 2011

Back to top button