Polîtîk

Daxuyaniya kurdên Swîsre

Ji Raya Giştî re

Di vê dema dawî de banga ji Lozana 2-ê re Na, û kampanya ku Kurd Dixwazin biryarêli ser çarenûsa xwe bidin bala me jî dikşîne.Em girîngiyek mezin didin van bang û kampanya ku tê kirin.

Peymana Lozanê, parçebûn û parvekirina Kurdistanê ye.Herweha Lozan bindestkirina welatê meye û naskirina tixûbên welatên dagirker e.Yanî werîsek e ku stuyê miletê me de ye û em girêdane.

Lozan projeya welatên emperyalîst e ku, li Rojhilata navîn dewletên sunî pêkanîye. Peymana Lozanê 24.Temuz.1923-ê wek demana tapu kirina welatême li ser Kemalistan, Basiyan û diktatoran e.Fermana talan kirina Kurdistanê ye. Netweyê me kevnare, ji bo serxwebûn û azadiya xwe sedê hezaran şehîd dane, heta em Paymana Lozanê bi hemî awayî ji holê ranekin, destxistina mafên me yên rewa dibe xewnek.

Hinek dixwazin bi herêmên kiçik, projeyên ku tenê pêkanina Lozanek din bi navê kurditiyê  bêxin jiyanê. Projeyên wek “ xweseriya Demokratik“ “Konfederaliya demokratik“ pêkanina Lozanek din e. Ev proje parastina statukuya heyiye.

Di nav van leyiztikan de dengek hindikbê jî, banga “ Em Lozana duyem naxwazin“ gavek gelek girîng e.Divê pişgiriya vê gavê bê kirin.
Ji sala em hatîn damezirandin  heta niha , em her sal li dijê peymana Lozanê hinek çelakiyan dikin.Me xwest em bala cîhanê bikşînin li ser neheqiya li miletê kurd hatî kirin.

Em niha dixwazin dengê xwe bikin yek û bi dengek bilindtir bêjin “ Em Lozanêk din naxwazin“
Em hêvî dikin ku  hemû Kurdistanî vî dengê me seh bikin û pişgiriyê bikin.

Însiyatifa Kurd Li swisre
Komita Rêvebir

Back to top button