Ozer: Bêyî BDPê meşrûyeta parlamentoyê dê lawaz bibe
Mamostayê zanîngeha Sûleyman Demîral ya li Tirkiyeyê Prof. Dr. Ahmet Ozer ragihand ku eger parlamenterên serbixwe neçin parlamentoya Tirkiyeyê, meşrûyeta wê parlamentoyê dê lawaz bibe.
Prof. Ozer derbarê aloziya ku, bi biryara YSKê ya li ser îptalkirina parlamenteriya Hatîp Dîcle li Tirkiyeyê dest pê kiriye de ji AKnews êre got:
– Eger parlamenteriya Dîcle bê xistin, parlamenterên ku di çarçoveya dozên KCKê û Ergenekonê de girtî ne, di zindanê de bimînin û parlamenterên din yên serbixwe jî parlamentoyê boykot bikin, 39 parlamenter nayên parlamentoya Tirkiyeyê. Di vê haletê de temsîla îradeya 2.5 mîlyon dengderan di parlamentoyê de nabe û ev jî dê gumanê bixe ser meşrûtiyeta parlamentoyê.
Ozer diyar kir ku, nebûna nûneriya kurdan ya di parlamentoya Tirkiyeyê de, dê rêgiriyê li ber çareseriya kurdî û çêkirina destûra nû ya Tirkiyeyê çê bike.
Prof Ozer got:
– Eger ev qeyran neyê çareserkirin rewşa heyî dê aloztir bibe û bibe sedema qonaxeke nû ya pevçûnê. Biryara boykotê ya parlamenterên serbixwe ne rast e. Sedeme vê aloziyê, yasayên heyî ne lewra divê parlamenterên serbixwe bên parlamentoyê û hewla guhertina van yasayan bidin. Pêwîst e serokwezîr Erdogan daxuyaniyek bide û rabigihîne ew dê vê pirsê di parlamentoyê de çareser bikin û bi vî awayî rê li ber vegera parlamenterên serbixwe bo parlamentoyê veke.
Navborî da xuyakirin ku, helwesta rêberê PKKê Ocalan ya di vê mijarê de jî girîng e û çêdibe ew daxwazê ji BDPê bike ku vegerin parlamentoyê, lê eger li ser gotina Ocalan vegerin ew dê helwesteke şaş be, giraniya wan a di civaka Tirkiyeyê de dê lawaz bibe û xelk dê bêje îradeya wan nine, lewra divê ew bi biryara xwe vegerin.