Yekêtiya Ewropayê cezayên li ser Sûryeyê berfiretir kirin

Yekêtiya Ewropayê di helwestekê nû de cezayên li ser rijêma Sûryeyê berfiretir kirin û 3 berpirsên Sopayê Pasdarên Îranê jî xistin di lîsteya cezayan de.
Yekêtiya Ewropayê her sê mezine berpirsên leşkeriyên îranî; Mihemed Elî Ceferî fermandarê giştî yê Sopayê Pasdaran, Qasim Silêmanî fermadarê sopayê Qodis û Hisên Taêb berprisê îstîxbarata leşkerî, ji ber ku wan ji bona jinavbirina serhildan û xwenîşandanên gelê Sûryeyê, bi derbaskirina çek û cebilxane û bi gelek rêyên din alîkariya rijêma Sûryeyê kiriye blokirina pereyên wan li Ewropa û qedexekirina seferan bo Ewropayê li ser danan
Herwesa Yekêtiya Ewropayê ceza li ser 4 berpirsên sûrî; emîd Zolheme Şalîş, kurapê Beşar Esd ku, berî teqwîd bibe nêzîkî 40 salan berpirê zêrevanên Hafiz Esed û Beşar Esed bû, lîwa Riyaz Şalîş berprisê înşaatên leşkerî, her du sermayedarên sûrî Xalid Qidurî û Riyaz Qwetlî ku rijêma Esed fînanse dikin, xistin lîsteya cezayan de.
weke tê zanîn di 6ê gulanê de welatên Yekêtiya Ewropayê cezayên giran danan li ser 13 mezine berprisên Sûriyeyê ku di nav lîsteyê de Beşar Esed serokê Sûriyeyê jî heye, danan.
Nûçeyên peywendîdar
https://rojevakurd.com/cihan/7458-Rojevakurd-navn-berprisn-ceza-ser-dane-ekere-dike.html
https://rojevakurd.com/cihan/7642-Wangton-Post-ran-gelek-ryan-alkariya-Sryey-dike.html