Ji bo kêmkirina zixta li ser Sûryê Hizbolah dê şerê Îsraîl bike
Çavkaniyên nêzîkî Hizbolah a libnanî ji ajansa Reuters eşkere kriye ku, ji bona ku zixta navdewletî li ser rijma Sûryê kêm bibe, Hibolah xwe ji bo şerekî li dijî Îsraîlê amade dike.
Berpirsekê libnanî yê pispor di aydolojiya Hizbolah de dibêje ku Hizbolah bi awayekî eşkere tedexulê di rewşa Sûryê de nake, jiber ku ew tiştekî navxweyî ye, lê dema bibîne Rojava hewila jinavbirina rijêma Sûriyê dike, hîngê hizbolah bêdeng namîne û dê bi hemû îmkanên xwe hewil bide zixta Rojava li ser Sûryê kêm bike, ji ber ku li gor Hibolah; Ew şerê Amerîka û Îsraîlê ye li dijî Sûriyê.”
Hizbolah gelek bi hişiyarî çavdêriya rewşa Sûryê dike û gelek ji serhildan û xwepîşandanên cemawerê sûrî, li dijî hevalbenda wê, dilgiran û nerehete. Lê Hizbolah piştgirya serhildanên Tunis, Misir û Behreyênê dikir.
Lêkolînevan bi dûr dizanin ku şerekê herêmî di navbera Sûriya, Îran û Hizbolah li dijî Îsraîlê ku, Amerîka piştgiriyê lê dike, dest pê bike, lê dibe şer di navbera Hizbolah û Îsraîlê de çê be.
Siyasetmedarê libnanî Usmae Sefa dibêje: Dibe ku hindek pevçûnên sînordar li vir û li wir rû bidin, lê şerekê herêmî di berjewendiya tu aliyan de nîne. Nuh herêm ber bi guhertinên mezin diçe….lê hêşta ne diyare ew rewş dê çewa bê rêxistin û di ber bi kûve biçe?
Li gor şarezayan, Rijêma Sûryê, weke Amerîka dixwaze, jinav naçe, eger hilweşe jî dê tesîra wê sînorên sûrî derbas bike. Hemû hevlbendên sûrî naxazin rijêma sûrî hilweşe û amadene wê biparêzin eger bi şer jî be.
Berpirsekê libnanê dê bêje: Hemû alternatîv vekiriîne, heta vekirina bereyê Colan û başûrê Libnanê jî. Ew xwepîşandanên li ser sînorê Sûriyê-Libnan û Îsraîlê di meha borî de çêbûyn, nameyek bû ku Sûriya li dijî Amerîka û Îsraîlê ne bi tenê ye.
Hîlal Xeşan lêkolînevanê siyasî li zanîngeha Amerîkayê li Libnanê dibêje: Hizbolah gelek ji bûyerên li Sûryê diqewimin dilgiran û ditirs e. Bahozê destpêkiriye û dibe her tişt bê guhertin. Di her rewşkê de be û her tişê li Sûryê biqewime dê ne di xêra Hizbolah de be.
Augustus Richard Norton ku, kitêbek li ser Hizbolah nivîsiye, bi dûr dizane ku şerekê herêmî yê berfireh çê bibe, lê dibêje ku dibe di navbera Libnanê û Îsraîlê de şer bibe û dibe ku Îsraîl êrîşê bo ser libnanê dest pê bike daku Hibolah îzole bike.
Şerqulawsat/Rojevakurd