Rêkeftinek dîrokî navbera Komara Çekê û herêma Kurdistanê (Wêne)

Li bajarê Hewlêrê, Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê beşdarî di merasima îmzakirina protokolê navbera Bankaya Hinardeya Komara Çekê û kompaniyeke sektora taybet a herêma Kurdistanê, ji bo avakirina wêstegehekê karebê ê 1000MW kir.
Di merasima de ku, wezîrê bazirganî û pîşesazî, sefîrê Komara Çekê yê Îraqê, serokê Bankara Hinardeya Komara çekê. Serokê kompaniya Kar, her du kompaniyên tirkî PSG û Rênêsans û hijmareke wezîran û diplomatkarê biyanî amade bûn, serokê hikûmeta herêma Kurdistanê peyvek pêşkeş kir û di peyva xwe de behsa giringiya îmzakirina peymana navbera herêma Kurdistanê û Komara Çekê a ji bo avakirina wêstgehekê karebê ê 1000MW kir.
Serokê hikûmetê got:
– Ew projeyê ku, îro li vira pilana amadekirinê jê re tê danan û piştî îmzakirinê dê bikeve di qonaxa praktîkê de, bi tenê avakirina wêstegehekê karebê nîne, lê ji bo bidestveanîna piştgiriya ekonomiya biyanî di projeyekê berhemanînê de li herêma Kurdistanê destpêka qonaxeke nû ye.
– Îro bo cara yekem rêkeftineke giring, ez dikarim bêjim rêkeftineke dîrokî, navbera bankayeke berhemanînê a hikûmeteke biyanî û kompnîyeke sektora taybet a herêma Kurdidstanê, kompaniya Kar, tê îmza kirin.
Ev jî ji bo me hemûyan destkeftekî giring e. Ev pêngav hokareke û deriyekê nû ji bo çavkaniyên bidestanîna ekonomiya biyanî vedike ku, piştgiriyê li pirojeyên din yên berhemanînê li herêma Kurdistanê bike.
Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê di berdewamiya gotara xwe de got ku, ew hêvî dike ku, ew pêngava Bankaya Hinardeya Komara Çekê bibête rêxweşker ji bo bank û saziyên ekonomî yên biyanî daku, ew jî bikaribin beşdariyê di encamdana projeyên giring û karîger li herêma Kurdistanê da rol hebe.
Nêçîrvan Barzanî di axavtina xwe de îşaret bi giringiya sektora taybet di geşepêdan û ber bi pêşvebirina herêma Kurdistanê de kir û got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê amadeye hemû alîkarî û piştgiriyê li projeyên sektora taybet, berhemanîn, anîna sermayeyê biyanî bo herêma Kurdistanê bike.
Weneyên Rewrisma Îmzakirina peymanê: