Civak

Dayikek digirî

 

Ji aliyê gerîlayên HPGê ve leşkerekî ku destûr standibû û diçû cem malbata xwe hate revandin. HPGê, li ser rêya Amed û Çewlikê li nêzika Lîceyê rê kontrol dikir û di wesaîtekê de, leşker Ali Sabanci peya kirin û bixwe re birin. Li ser vê, malbata Ali Sabanci neçar ma û bi Kurdî lorand û banga PKKê kir ku kûrê wê berdin.  

Malbata leşker, li Dilokê, navçeya Erebanê, li gûndê Fistiklidagê rûdinin. Debara xwe bi cotkariyê dikin. Alî, ji 8 zarokan yek zarokê wan e. 

Ali, li Erziroma leşkeriyê wek leşkerê cenderme dike û ji ber pî şikandinê 21 roj destûr dane ku biçe cem malbata xwe. Ali 6 mehene ku leşker e, û dayik banga PKKê dike ku qet guneyê kûrê wî tineye û bila berdin. 

Piştî malbat ji bûyerê haydar bû, bavê leşkerê revandî Vakkas Sabanci, kete ser rêya navçeya Amedê Lîceyê. 

 

Back to top button