Cîhan

Li Suriyê komkujî: 130 kuştin

Li Suriyê komkujî dewam dikin. Konseya Şoreşa Giştî a Suriyê, îlan kir ku li welêt hêzên rejîmê li gellek bajaran operasyon pêk anîne û pirraniyên wan li bajarê Hamayê, 130 kes hatine kuştin.

Konsey di daxuyaniya xwe de diyar dike ku, yên hatine kuştin, hinekê wan ji heman malbatê ne. Li Lazkiyeyê ji heman malbatê 13, li Îdlibê 10, Deyr Ez zorê 6 û li Hunusê 7 kesên hatine kuştin ji heman mlbatê ne. Li gelemperî welêt 130 kesa jiyana xwe ji dest dane.

Tê ragihandin ku, gel li Mearezefeyê nikare kuştî û birîndaren xwe rake.    

Tê zanîn, hatibû  îdiakirin ku hêzên rejîma Esad, li Hulayê ji ser sedî re kuştin kiribûn û ji ber vê komkujiyê di serî de Tirkiyê dîplomatên xwe vekişandibûn. Serokdewletê Suriyê Beşşar Esad di axaftina xwe a heftaborî de îdia kir ku ti eleqa wan bi vê komkujiyê tineye û gotibû, heywan jî vê nakin. 

Back to top button