Rêkeftina stratejîk ya PDK û YNKê berdewam e

Endamekî Polîtburoya YNKê dibêje, rêkeftina stratejîk ya navbera PDK û YNKê didome û pêwîstî bi nûkirina wê tine.Endamê Polîtburoya YNKê Seidî Ehmed Pîre ji BasNewsê re got, ti rêkeftineke nû di navbera PDK û YNKê de nayê îmzekirin, tenê rêkeftina niha dê were aktîfkirin.Seidî Ehmed Pîre her wiha got, rêkeftina stratejîk jixwe didome û pêwîstî bi nûkirina wê jî tine.YNK û PDKê sala 2005 bi hev re rêkeftinek “stratejîk” îmze kirin. Li gorî wê rêkeftinê, her du partî di rêvebirina Herêma Kurdistanê de şirîk in.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: