Nivîsar

Divê pîvan ji bo kurda berjewendiyên netewî bin

Li Tirkiye guhertina Destûrê di parlementoyê de hate pejirandin. Niha dê refarandumê de gel dengê xwe bide yan dibêje erê qebul dike , yan jî qebûl nake.Gelek gotubêj li ser naveroka destûra nû tê kirin. Taybetî CHP û HADEP li dijê vê guhertinêne. CHP dibêje ku ev têkbirina Cumhuriyeta Ataturk e. Herweha hinek aliyên civatê jî dibêjin ev destûr  ne başe ji ber ku“Dikatatorya kesekî “çêdibe.Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiye helwesta kurda li himber vê destûrê divê çewebe. Gelo ev destûr ji bo kurda çi destve tîne û çi winda dike.?Pêwiste kurd li gora berjewendiyên xwe yên netewî li vê pirsê binêrin û binerxînin û li gora wê bibin xwedî helwest.Ma deme mirov tenê bêje ev destur diktatoriya kesekiye û wek kurdekî ji bo vê li dij derkeve, gelo kengê li Tirkiye desthilatdariyek ne diktator ji bo kurdan çenebûye?Li Tirkiye di nava Tirkan de pirsek gelek girîng heye. Civata Tirk , rewşenbîr û siyasetmedarên tirk  û piraniya aliyên civatê vê pirsgirêkê dibînin. Lê mixabin gelek kurd vê nabînin û vê ji bo  helwestên xwe yên siyasî nakin bingehek.Di nava civata Tirkan de wek her civatê, rast, çep, dindar,liberal û her awayê aliyên fikrî hene. Dema bi hevre li ser pirsekî gotubêjê dikin îdeolojiya xwe  wek bingeh digrin û gotubêja dikin. Bi tundî li himber hev disekinin, hev tawanbar dikin, dijûna dikin hev  heta bi hevdiçin û şer dikin. Lê dema pirsa kurd tê rojevê hemû dibin yek, Bi hevre yek dengî diqirînin.Yanî awayek din pirsa kurd û Kurdistanê ji bo hemû aliyên siyasî û civakî li Tirkiye xeta sor e.Başe dema Tirk vê yekê dikin, ji bo çi em wek kurd bê ku berjewendiyên xwe yên netewî bingeh bigrin  piraniya cara dibin destik di gotubêjên wana de.Pirsa destûrê jî pirsek ji vanaye. Li Tirkiye pirsa guhertina sistemê di kesayeta Erdogan de tê gotubêj kirin. Heta dema mirov literatura siyasî ya PKKê dinerê ew jî dibêjin: Diktartoriya AKPê, Arteşa Sarayê, Polisên Sarayê. Başe dema Erdogan û AKP ji desthilatê biçe pirsa kurd tê çareserkirin? Ev awayê siyasetê armanca kurdan  şaş dike.Probleme kurdan li Tirkiye dewleta Tirk reye. Kî vê dewletê temsil dike yan jî kijan partî desthilate mimkine hinek guhertinên şeklî ji bo kurda pêkbînin. Lê tu cara bersiva daxwaziyên Kurda yên netewî nadin.Ji bo vê yekê heta kurd berjewendiyên xwe yên netewî wek pîvan nebînin û nedin pêş, tu cara di siyasetê de rastiya xwe nasnakin. Ji xwe ev yek kurda ber bi parastina siyaseta hinek aliyên Tirk ve dibe.Niha eger aliyên kurda di referandumê de bêjin na. Gelo pîvan çiye? Herweha bêjin erê jî pîvan çîye? Heta vê yekê zelal nekin nabê û her gava bavêjin xizmetê ji kurdan zehftir hinek din re dikin.Dema ji bo mirov berjewendiyên netewî pîvanbe , hinge behtir mirov dikare li gora qonaxa ku têrê derbas dibê jî siyasetê bike.Lê parastina sistema niha ya Tirkiye di bin navê sextekariya sistema parlementerizme de ji bo kurda sosrete.Parastina Cumhuriyeta Ataturk ji bo yên xwe kurd jî dibînin xirabiya herî mezine.Gelo komkujiyên li Kurdistanê çêbûyîn , ne di bin biryarên vê parlementoya heyî de pêkhatin?  Eger em komkujiyên li miletê me hatin kirin ji bîr bikin û vê cumhuriyeta Tirkan tiştên anîn serê kurda ji bîr bikin. Dê emê siyasetek xelet rêve bibin.22.1.2017Dara Bilek 

Back to top button