Nivîsar

Rejîma Kemalîst û Ol

Ew ordîya olî her heftê di rojên înê da, bi navê rejîma kemalîst û ordîya wî dua dikin û ji bo berdewamîya rejîma kemalîst alîkarîyê ji milet dixwazin…

Sîrac Oguz

Dema komara Kemalîst hat damezrandin, angorî tevgera miletê Tirk û ji bo serwerîya Tirkîyê çar qanûnên nû wek hîmê rejîmê danîn.

Ew jî ev in: Yek dewlet, yek millet, yek al û yek ziman. Li ser van çar bingehan hîmê dewleta Kemalîst hate avêtin. Ji damezrandina komarê heta roja îro, hemû partî û sazîyên fermî jî van qanûnên ku nayên guhertin, parastin û bê tawîz îro jî diparêzin.

Wekî din ew damezrênerên komara Kemalîst, di navbera hevalê xwe da, bi dek û dolab tevdigerîyan. Kesên li dijî erk û qûweta wan radibûn, bi întîqam û bi kîndarî li dijî wan kesan derdiketin û bi îxanet û bi xirabîyê sûcdar dikirin. An jî kiryarên nedîyar dianîn serê wan kesan.

Ji wê rojê heta roja îro, sedsal e millet û partîyên Tirkîyê ew tiştên bêqanûnî herdem bikar tînin û bi wan xwe serbilind dibînin.

Li Tirkîyê rejîma kemalîst, wek muxalefet û dijberîtîyê, hertiştî bi destê sazîyên dewleta kûr dide sazkirin.  Loma, sed sale ji bo desthildarîya rejîma kemalîzmê, wî karî pir baş jî bicîh tînin.

Bi navên çepgir û rastgir, belkî heta roja îro, deh derbeyên leşkerî û faşîst çêbûn. Derbeyên leşkerî hemû ji bo tim û tim berdewamîya desthilatdarîya rejîma kemalîst bûn. Ji serok wezîr bigre û heta xortê huvde salî û bi sedan kes hatin dardekirin. Ji bo berdewamîya rejîma Kemalîst, çi ji destê desthilatdarên dewleta kemalîst hat, bi çavgirtî bicîh anîn.

Yek jî ji wan sazîya, wek sazîya olî a bi navê Diyanetê ye. Îro bi sedhezaran mele û xebatkarên wê sazîyê hene. Ew jî çiqas reng û gotinê wan ji hev cûdabin jî, hemû di xizmeta rejîma kemalîst da dixebitin.

Ew ordîya olî her heftê di rojên înê da, bi navê rejîma kemalîst û ordîya wî dua dikin û ji bo berdewamîya rejîma kemalîst alîkarîyê ji milet dixwazin. Di hemû mizgeftên Tirkîyê û derweyî Tirkîyê da her roj bê îstîsna di rojê da pênc wext ew dua tên kirin.

Loma sed sal e rejîma kemalîst bi quwete û berdewam e.

Ji ber ku, bi navê oldarîyê artêşeke bi sedhezaran, mele û mûezîn li pişta rejîma kemalîst in.

Bi salan berê mezin û meleyên kurdan digotin, limêja kurdan li mizgeftên tirka û li pey melayên tirka nabe. Xwedê wê limêj û îbadeta li pê tirkan qebûl nake. Meleyên Kurd jî berê bi salan nesîhet dikirin û digotin li pêy tirkan limêj nekin.

Lê komara kemalîst ji alîyê olî da tiştên herî giran, bûyerên neînsanî, êrîşê hovane anî serê miletê Kurd. Ji ber ku miletê Kurd qet wextekî li ber wan yasayên komara Kemalîst serê xwe netewandin û erê negotin.

Ji bo wê jî, ji serhildana Şêx Seîd, ji sala 1925an heta roja îro, Kurdan bê tirs dijî rejîma kemalîst muxalefet kirin.

Sedsal e kemalîstan bi dek û dolab û bi tecrûbê xwe yên sîyasî, bi zext û zorê pêşî li maf û azadîya kurdan girtin. Bi warê olî û sîyasî, di nav kurdan da jî dubendî çêkirin û îro desthilatdarîya rejîma kemalist bi kêf didomînin.

Desthilatdarên Tirkîyê, ji bo serwerîya welatên xwe, herdem bi kîndarî û întîqam tevdigerin. Dema ku desthiladarên Tirkîyê, dikevin dengasîyê, artêşa olî û kemalîst amadeye û bi derbeya leşkerî an jî bi zext û zorê, rejîma kemalîst bi bandor li ser milletê kurd tahde dikin…

Îro ne partî, ne jî piranîya sîyasetmedarên Kurd, vê rastîyê nabînin û ne jî tînin ziman. Heta piranîya partîyên kurdan, xwe nêzîkî partîyên kemalist dibînin. Bi salan e li ser navê kurdan bi partîyên rejîma kemalîst, dikevin nav ittifaqê û hevkarîya wan dikin.

Mixabin bi salan e rejîma kemalîst, bi destê partî û sazîyên kurdan wek lîstika Mişk û Pisikê, bi miletê Kurd ra dilîze. Kemalîst dem tê bi navê demokrasîyê, dem tê bi navê dîn û îmanê kurdan dixapînin.

Dewleta kemalîst sosyolojîya miletê kurd baş naskirîye. Loma angorî rewşa dinyayê, bi teqtîq û fêlbazî bi kurdan ra dilîze.

Îro jî rejîma kemalîst, di nav kurdan, nîfaq û dubendîtî çêkirîye û bi kêfa xwe kurdan îdare dike.

10.04.2022

[email protected]

Navkurd

Back to top button