CîhanRojev

Balyozê nû yê Îranê li Iraqê serkirdeyekî “hêza Quds” e.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade ragihand ku, welatê wî Mihemed Kazim El Sadiq weke balyozê nû yê Iraqê li şûna Balyozê Iraqê yê niha,Îrac Mescidî destnîşan kiriye û diyar kiriye ku ew dê di demeke nêzîk de dest bi karê xwe bike. Lê heja dema ku balyozê nû yê Îranê ne diyare dê kengê dest kare xwe bike.

Herweha Xetibzade da xûyakirin ku, wezîrê derve yê Iraqê Fuat Huseyn jî serdana Îranê dike.

Di demekê de ku berpirsekî payebilind ê Wezareta Derve ya Iraqê li paytext Bexdayê, di hevpeyvîneke kurt de ligel El-Erebî El-Cedîd tekez kir, ku ti pêwendiyek di navbera guhertina Balyozê Îrac Mescidî û kirîza siyasî ya ku Iraq tê de ye, nîne.

Eve nêzikî 5 mehane Îran hewldana ji bol i hevhatinan navbera hinek aliyên Iraqî de dike, lê qet serneketiye. Lê Îran dibêje ku, tu pêwendiya van guhertina hinek berpirsan li Iraqê tiştek xwezayî ku tu têkiliya wê bi qeyrana siyasî re tüneye.

Çavkaniyek ji rojnameya El-Erebî El-Cedîd re da xûyakirin ku; “ .” Balyozê nû yê Îranê yek ji kesayetiyên nêzîkî fermandarê berê yê Supaya Quds General Qasim Silêmanî bû. Çavkaniyên han eşkere kirin ku “hinek ji hevalbendên Îranê (ji hêzên siyasî yên Iraqê) di heyama dawî de gazinde li ser wê yekê kirine.

. Hêza Qudsê.” Ji aliyê xwe ve, raportên xwecihî yên Iraqê ragihandin ku balyozê nû Mihemed Kazim El Sadiq li bajarê Necefê di malbateke olî de ji dayîk bûye, birayê biçûk yê mela û helbestvan Şêx Mihemed Rida El Sadiq e  û zimanê erebî dizane. zaravayê îraqî bi bi kartîne.

Hêjayî gotinê ye ku balyozê berê Îrac Mescedî di Nîsana 2017an de li Bexdayê dest bi karê xwe kiribû û li şûna Hesen Danayî ku reviyabû, dest bi karê xwe kiribû.

Back to top button