CivakRojev

Pîvana serkeftinê çîye..?

Eve demeke li Tirkiye û bakurê Kurdistanê behsa hilbijartina tê kirin û rojane di vê derbarê de rapirsîn tene kirin û  di rapirsîna de encamên cuda derdikevin holê.

Dema deng wek Tifaqên ku hatîn çêkirin tene belav kirin Tifaqa Milet ku ji 6 partiyan pêktê û wek muxalefetê kar dikin , ji dengen Tifaqa Cumhur behtirin. Yanî koma dengên 6 partiyên muxalefeta ji dengen AK Partiyê û MHPê behtirin.

Lê bi guhertina qanûna hilbijartina ev yek hate guhertin û hêdî aliyên siyasî bi navê Tifaqa nikarin bikevin hilbijartina. Eger her partî bi navê xwe bikeve hilbijartina û partiyên ku di bin benda hilbijartinê de bimîn, ji % 7 denga neynin, denge wan ji bo partiyên mezin tên hesibandin û di vê derbarê de di serî de AK Parti û dûvre jî CHP feydê dibine.

Taybetî rewşa aborî û civakî li Tirkiye û bakurê Kurdistanê tê zanîn, di rastiya xwe de mercên jiyana rojane gelekî ne hesaniye û zehmetî derdikevin pêşiya xelkekî. Lê ji aliyek din dema mirov li bazara, hatinçûnê û kirin û firotinê dinêre , ew rewşa ku behsê tê kirin gelekî nayê ber çava.

Ji bo vê yeke xala herî girîng ewe ku, gelo dê hilbijêr çi babetî di hilbijartina de wek pîvan bigirin û denge xwe bidin.

Li gora rapirsîna Partiya yekem hêja AK Partiye û partiya duyem jî CHP ye. Lê di rêza sêyem gelekî balkêş e. Rêza sêyem ne tu partiye, kesên ku, bê biryarin û kesên ku deng nadin û herweha kesên hilbijartina boykot dikin e.

Rêjeya wan di navbera ji % 20 û % 24 tê guhertin. Di hilbijartinan de kijan partî bikaribe bandorê li vî beşî bike û denge wan bikaribe aliyê xwe ve bîne ew dixweyê dê berbijêrê serkeftinê bin.

Wek din ji aliye Kurdan ve rewş ne gelekî zelal e. Li bakurê Kurdistanê partiyên girsehî dengan destve tînin HDP û HUDA-PAR e. HDP li gel hinek aliyên kurda tifaqek heye û niha jî dixwazê vê tifaqê berfireh bike. Lê HDPê di heman demî de ji bo hilbijartina li gel 6 partiyên çepên marjinalên Tirka jî tifaqek pêkanîye. Yanî gelek vekirî dualî dileyzin.

Partiyên di nava Tifaqa HDPê de tu armanca wan nemaye. Tene hêviyê ne ku heryek parlementerekî bidin wan. Lê ji aliyên derveyê Tifaqa HDPê jî di nava hewldanekî de ne ku tifaqê kî avabikin. Li vê dere jî pirsek derdikeve holê. Eger HDP ji bo tevlîbûna wan ya tifaqa xwe pêşniyarekî li hinekan ji wan bike û teklîfa parlementeriyê ji bo wan bibe, dê helwesta wan çibe rastî nayê zanîn.

Ji aliyek din ve HUDA-PAR heye û dengek berbiçav destve tînin. Heta wek vê gavê aliyên din yên kurd xwe nêzikî HUDA-PARê nakin, bê guman li gora wan hinek sedem hene ,lî sedemên berbiçav we dixweyê îdeolojike .

Dixweyê ev babet rojên li pêşîya me dê gelek bi germahî bite gotubêj kirin ..Lê rastiya niha li qadê de heyî jî ev e.

Nêrîn/Şirove

Back to top button