Nivîsar

Referandum pêk hat….

 Digel hemû dijberiyan, bi taybetî ya dewleta tirk, li Başûrê Kurdistanê Referanduma jibo Serxwebûnê pêk hat. Ev gav di dîroka gelê kurd de yekem e. Heya naha ti car gelê Kurd bi awayekê wuha fermî neçûbû ser sandoqan daku bi awayekê azad dengê xwe jibo pêşeroja xwe bikar bîne. Ev gav bila li gelê me pîroz be.Dema ku ez vê gotarê dinivîsim hê encamên fermî yên Referandumê nehatine aşkerekirin. Li gorî ragihandina Rûdaw’ê ji %93 hilbijêran gotine ‘erê’. Yanê gelê Kurd yê li Başûrê Kurdistanê bi awayekê gelemperî daxwaza xwe ya jibo serxwebûnê diyar kiriye.Piştî vê Referandumê êdî kes nikare mijara serxwebûna Kurdistanê bike nava niqaşan. Weke hemû gelên cîhanê mafê Gelê Kurd jî heye ku bixwe pêşeroja xwe tayîn bike. Yanê weke hemû gelên cîhanê dê Kurd jî bibin xwedî dewlet.Dema ku mirov li dîrokê dinêre Gelê Kurd yek ji gelên herî kevn e. Li Kurdistanê şaristanî dest pê kiriye. Lêbelê heya naha cur be cur hêzan nehîştine gelê me bibe xwedî dewlet, bixwe qedera xwe tayîn bike. Van cur be cur hêzan herdem gelê me parçe kirine, Kurdan bi Kurdan danin kuştin. Hê jî li Kurdistanê pirr Kurd henin ku di xizmeta dewletên dagirker de ne.Dewletên ku bi dijwarî lidijî Referandumê derketin bêguman Tirkiye û Îran in. Ev her du dewlet jî dagirkerên Kurdistanê ne. Bêguman ew ê biewtin, biqêrin, lê ew çi bikin jî nikarin êdî serxwebûna Kurdistanê, azadiya Gelê Kurd asteng bikin. Îro li Başûrê Kurdistanê ev pêşketin çêdibin, wê sibê jî li Rojava, dusibê li Bakur û rojek dinê jî li Rojhilat heman pêşketin wê pêk werin. Daxwaz û xeyala hemû Kurdan ev e.Ji vê gavê bi şûnde divê çi bê kirin ?Pêkhatina Referandumê gavekê dîrokî û grîng e. Lêbelê jibo êlankirina Serxwebûna Kurdistanê divê karekê baş yê dîplomatîk bê meşandin. Heya ku bi dehan dewlet jibo naskirina fermî ya Serxwebûna Kurdistanê amade nebin avêtina heman gavê zehmet e. Lewre naha li pêşiya rayedarên kurd yên Başûrê Kurdistanê wezîfeyekê girîng heye.Jibo pêkanîna amadekariyên êlankirina Serxwebûnê pêdivî bi cur be cur komisyonên dîplomatîk heye. Lewre ez dibêm divê rayedarên Başûrê Kurdistanê sûd ji hemû rewşenbîr û zanyarên kurd bigirin daku dîplomasiyekê bibandor bê meşandin. Roja îroyîn di nava Kurdan de û li hemû deverên cîhanê bi sedan zanyarên dîplomat yên Kurd hene ku ji wan hêz dikare bê girtin.Ahmet Gülabi DERE27.09.2017 

Back to top button