CivakPolîtîkReferandum

Erê: % 92.73 Na: % 7.27

Komîsyona Bilind a Hilbijartinan û Referandumê ya Kurdistanê encamên fermî yên destpêkê yên referanduma serxwebûna Kurdistanê aşkere kir û da xuyakirin, %92.73 xelkê dengê ‘Belê’ di referandumê de bi kar anîne û deng dane serxwebûnê.Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan û Referandumê ya Kurdistanê 27ê Îlona 2017ê di konfranseke rojnamevanî de li bajarê Hewlêrê encamên fermî yên destpêkê yên referanduma serxwebûna Kurdistanê ragihand.Li gorî Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan û Referandumê ya Kurdistanê hejmara kesên xwedî mafê dengdanê bi giştî 4 milyon û 581 hezar û 225 kes bûye û ji wê hejmarê 3 milyon û 305 hezar û 925 kesan beşdarî di referandumê de kirine.Herwiha bi derxistina dengên betal, spî û dûrxistî ku nehatine hesabkirin, 3 milyon û 85 hezar û 935 deng dirist bûne û hatine hejmartin.Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan û Referandumê ya Kurdistanê herwiha rêjeya wan dengan aşkere kiriye, ku ji ber hebûna kêmasiyan, an şaşiyan û spîbûna wan nehatine hesabkirin.Li gorî komîsyonê 170 hezar û 611 deng hatine dûrxistin, 40 hezar û 11 deng hatine betalkirin û 9 hezar 368 deng jî spî bûne û ji ber wê yekê nehatine hesabkirin.Komîsyonê da xuyakirin, ku ji hejmara 3 milyon û 85 hezar û 935 dengên dirist, 2 milyon û 861 hezar û 471 kesan deng dane ‘Belê’ û serxwebûna Kurdistanê.Herwiha 224 hezar û 464 kesan jî dengê ‘Na’ di referandumê de bi kar anîne ku dike %7.27ê rêjeya giştî ya dengan.

Back to top button