Polîtîk

Serokê Giştî yê PAKê Li Hewlêrê Seredana YNK û YEKGIRTÛ Kir

 Serokê PAKê  Li Hewlêrê Seredana Yekgirtû Îslami ya Kurdistanê(Yekgirtû) KirSerokê Giştî  yê PAKê  Li Hewlêrê Seredana YNK û YEKGIRTÛ KirSerokê Giştî  yê PAKê  Rêzdar Mustafa Özçelik, ji ber referandûma serxwebûnê çend rojin li gel gelek rêveber û endamên PAKê li Hewlêrê ne. Bi vê minasebetê,  heyetên PAKê, bi serpereştîya Serokê Giştîyê PAKê Mustafa Özçelik, seredana hinek partîyên sîyasî kirin.Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, li gel heyeta PAKê roja 27.09.2017an li Hewlêrê serdana Mekteb Sîyasî yên YNK(Yekitî Niştimanîya Kurdistanê) û YEKGIRTÛ(Yekgirtû  Îslamî ya Kurdistanê) kir.Serokê Serokê Giştî  yê PAKê Rêzdar Mustafa Özçelik roja 27.09.2017an li gel Cîhgirê Serokê Giştî  rêzdar Kasım Ergün û endamê Komîteya Bireveberîya Navendî ya PAKê rêzdar Orhan Kaya, li Hewlêrê  pêştir seredana  Mekteba Sîyasî  ya YNKyê kirin.Endamê Mekteba Sîyasî û Berpirsê Ofisa Peywendîyên Giştî  Rêzdar Sadi Ahmed Pire ve hate pêşwazî kirin.Serokê Serokê Giştî  yê PAKê  Rêzdar Mustafa Özçelik, ji ber vê pêşewazîyê spasîya xwe pêşkêş kir. Rêzdar Sadi Ahmed Pire jî xêrhtina heyeta PAKê kir û xweşhalİ^ya xwe anî ziman.Di vê hevdîtinê de, herdu alîyan referandûmê û encamên wê yên erênî de, di derbarê girîngîya  serxwebûna  Başûrê Kurdistanê de bîr  û rayên xwe yên hevbeş anîn ziman. Herweha herdu alîyan jî  bal kişandin ser girîngî û pêwîstîya  pêşde birina peywendîyên PAK û YNKyê. Di vê hevdîtinê de di derbarê rewşa Başûr û Bakurê Kurdistanê, siyaseta dewletên herêmê û yên weke Emerîka, dewletên Ewrûpa û yên din ku li Rojhilata Navîn de roleke mezin  dilihîzin de bîr û rayên xwe bilêv kirin.Hevdîtina heyeta PAK û YNKyê di atmosfereka germ û dostane de derbas bû.Piştî hevdîtinê, li Mekteb Sîyasî ya YNKyê, rêzdaran Serokê Serokê Giştî  yê PAKê Mustafa Özçelik û Endamê Mekteba Sîyasî  Sadi Ahmed Pire, civîneke çapemenîyê li dar xistin.Gelek telewîzyon û dezgehên ragehandinê beşdarî vê civîna çapemenîyê bûn.Di civîna çapemenîyê de, Rêzdar Mustafa Özçelik got ‘’Em weke PAK ji bo piştgirî û çavdêrîya referandûmê nuha Başûrê Kurdistanê ne. Me  ji roja ewil de bêyî qeyd û şerd  ji referandûme re jî, ji serxwebûnê re jî got ‘Belê’.Referandûm li hiber hemû zextên navxweyî û yên derveyî berxwedanek bû.Encamên referandûmê serhildaneke, ronesansa hemû Kurd û Kurdistanîyan e.Em gelê xwe yê Başûrê Kurdistanê ji ber beşdarîya wan ya zêde û ji ber ‘erê’ya ji %90î zêdedir pîroz dikin. Êdî ji serxwebûnê veger tune ye’’. Rêzdar Mustafa Özçelik, got emê seredana  partîyên din yên Başûrê Kurdistanê jî bikin.Rêzdar Sadi Ahmed Pire jî got ‘’Emê peywendîyên xwe li gel PAKê geştir bikin.Em piştgirîya yekrêzîya hemû partî û alîyên Bakurê Kurdistanê dikin’’ û di derbarê referandûmê,serxwebûnê, helwesta Tirkîyeyê û Iraqê û dewletên cîhanê de bîr û rayên xwe anî ziman. Serokê PAKê  Li Hewlêrê Seredana Yekgirtû Îslami ya Kurdistanê(Yekgirtû) KirPiştî seredana YNKyê, heyeta PAKê seredana YEKGIRTÛ kir.Serokê Gişti  yê PAKê  Rêzdar Mustafa Özçelik roja 27.09.2019an li gel endamên Komîteya Birêveberîya navendî ya PAKê rêzdaran  Evdirehman Gundikî,  Feyaz Ekmen û  Orhan Kaya, li Hewlêrê seredana Mekteb Sîyasî ya Yekgirtû Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû) kirin.Serokê Encumena Sîyasî ya Yekgirtû Rêzdar Dr. Hadî Elî, Endam û Kargerê  Encûmena Rêveber Rêzdar  M. Xelîl Îbrehîm, Berpirsê Dezgehê Peywendîyan Rêzdar Seyîd Nesreddîn û Endamên Dezgehê Peywendîyan Rêzdaran Meqdîd Sedîq û Ferhan Esed, pêşewazîya heyeta PAKê kirin.Rêzdar Dr. Hadî Elî, bixêrhatina heyea PAKê kir.Rêzdar Mustafa Özçelik, ji bo vê pêşewazîyê û herweha ji bo ku heyeteke Yekgirtû beşdarî  komxebata PAKê ya li Amedê bibû, spasîyên xwe pêşkêş kir.Rêzdar Mustafa Özçelik, di derbarê bîr û ray ê û xebatên PAKê yên ji bo  referandûmê  û serxwebûnê de agahdarî da. Ji ber sîyaset û helwesta netewî û dîrokî ya Yekgirtû yê ya di derbarê referandûmê de  jî  spasî û pîrozbahîya hemû rêveber û endamên Yekgirtû yê kir.Rêzdar Mustafa Özçelik, di derabarê xwebatên PAKê û rewşa Bakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê agahdarî da.Rêzdar Dr. Hadî Elî, di derbarê prosesa referandûmê û di derbarê vekirina Parlamentoya Kurdistanê û biryara Encumena Parêzgeha Kerkûkê de helwesta Yekgirtû de agahdarî da. Herweha behsa girîngîya referandûmê û serxwebûnê ya ji bo gelê Kurdistanê  kir.Heyetên PAK û Yekgirtû, di girîngîya pêşdbirina peywendîyên herdu partîyan de hemfikir bûn.Hevdîtina PAK û Yekgirtû di atmosfereke dostane  de û berhemdar de derbas bû.28.09.2017Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê 

Back to top button