Reaksyona kurdan li hember Malikî

Reaksyona kurdan li hember êrşî û gotinên Nurî Malikî serokwezîrê Bexdayê berifreh dibe û wisa xuya dike vê carê dê kurd reaksyonek dijwar nîşan bidin.

Li gor hin çavaknaiyan heta niha reaksyona herêma Kurdistanê:

          Wezîrtên kurd naçin Bexdayê û beşdariyê di civînên civata wezîrên hikûmeta Bexdayê de nakin.

          Perlamenterên kurd naçin Bexdayê û beşdariyê di duyemîm civîna parlamnetoya Îraqê de (13.07.2014) de nakin.

          Sefîrn Dizeyî berdefkê hikûmeta Kurdistanê dibêjeku,  bi wan gotinan Malikî bêrêzî û bêhurmetiyê li hember Hewlêrê dike û ev yek ji wî nayê qebûl kirin. Dîrok şahide kurd hertim di bereyê dijî terorîstan de ye.

          Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta Kurdistanê di bersiva Malikî de dibêje ku, mixabin Nurî Malikî ku, xwe weke serokê Îraqê hisab dike, daxuyaniyên bi wî awayî dide. Ew dixwaze bi wan daxuyaniyan şikestina xwe veşêr e û  xwe ji berpirsiyariyê dûr bike. Baştire Malikî ji xwe bipirse ka arteşa wî çi lêhat. Bi tenê, ji 18 wîlayetan, çar wîlayetên Îraqê di destê Malikî de.

Tê çaverê kirin parlamentoya Kurdistanê bi fermî bersiva Malikî bide.

Weke tê zanîn Nurî Maikî serokwezîrê Îraqê di gotara xwe ya îro de got ku, Hewlêr bûye cîyê terorîstan.

Nerîna min :